Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.
- 1
- Ya Xudan, tu min xelas ke ji zilamê xerab,
Min biparêze ji zilamê zordar. - 2
- Ew ku, hergav di dilê xwe de xerabiyê difikirin,
Her roj, ji bo şer dişêwirin, - 3
- Ew wek mar zimanê xwe tûj dikin,
Jehra koremar di bin lêvên wan de ye. - 4
- Ya Xudan, tu min ji destê yê xerab biparêze,
Min biparêze ji zilamê zordar;
Ew ku, dixwazin min averê bikin. - 5
- Yên qure ji bo min dafik danîn,
Li qeraxê rê ben tikandin;
Ji bo min kemîn danîn. - 6
- Min ji Xudan re got: "Xwedayê min tu yî."
Goh bide qêrîna min, ya Xudan. - 7
- Ey hêza rizgariya min, ey Xudanê serwer,
Di roja şer de, te serê min parast. - 8
- Daxwaza xeraban neyne cih, ya Xudan,
Niyeta wan a xerab pêşve nebe!
Da ku qure nebin. - 9
- Bila serê yên ku dor li min pêça ne,
Xerabiya ku ji devê wan dertê binixême. - 10
- Bila sotikên agir bi ser wan de bibarin!
Bila bên avêtin nav agir û avên kûr,
Û cardin ranebin. - 11
- Bila yên buxtankar li welat bi ser nekevin,
Bila xerabî, zûka, nêçîr bike li zordar. - 12
- Ez dizanim, Xudan doza bindestan dajo,
Ji bo hejaran dibe daddar. - 13
- Bêguman yên rastdar, spas dikin ji navê te re,
Wê yên rast derkevin pêşberî te.