Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Dawid.
- 1
- Ez bi hemû dilê xwe ji te re spas dikim, ya Xudan,
Li pêş îlahan, ezê bi lavijan pesnê te bidim. - 2
- Ezê bi ser perestgeha te ya pîroz ve xwar bibim,
Ji bo kerem û dilsoziya te,
Ezê ji navê te re spas bikim.
Çimkî te navê xwe û peyva xwe di ser her tiştî re girt. - 3
- Gava min bang kir, te ez bersîvandim,
Te hêz da min, te ez wêrek kirim. - 4
- Wê hemû padîşahên erdê, ji te re spas bikin, ya Xudan,
Çimkî wan, peyvên devê te bihîstin. - 5
- Ewê bi lavijan pesnê karên Xudan bidin,
Çimkî berziya Xudan mezin e. - 6
- Xudan bilind be jî,
Ew li nefsbiçûkan dinêre,
Pozbilindan ji dûrî ve dinase. - 7
- Ez bikevim tengahiyê, tu canê min diparêzî,
Li hember hêrsa dijminên min, tu destê xwe radikî,
Bi destê xwe yê rastê, tu min xelas dikî. - 8
- Ya Xudan, her ya ku te soz daye, tê bikî.
Kerema te her û her e,
Dev ji karên destê xwe bernede!