Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Lavija Hecê.
- 1
- Ez çavên xwe bilind dikim çiyan,
Wê ji kuderê were alîkarî? - 2
- Alîkariya min ji Xudan e,
Ji afirandarê erd û ezman e. - 3
- Ew nahêle lingên te bişemitin,
Nahênije, yê ku te diparêze. - 4
- Parêzkerê Îsraêlê, nahênije û ranazê.
- 5
- Parêzkerê te Xudan e,
Li milê rastê, Xudan ji te re sî ye. - 6
- Navê rojê tav,
Bi şev, hîv li te naxe. - 7
- Xudan te diparêze ji her xerabiyê,
Ew jiyana te diparêze. - 8
- Ji niha, heta her û her,
Xudan, çûyin û hatine te diparêze.