Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- (ALEF)
- 1
- Xwezî bi wan ku riya wan paqij e,
Ew di şerîeta Xudan de rêve diçin. - 2
- Xwezî bi wan ku şîretên wî digirin,
Bi hemû dilê xwe li wî digerin! - 3
- Ew tucar neheqiyê nakin,
Di riya wî de rêve derin. - 4
- Şertên ku te danîn,
Divê serî li ber wan bê danîn. - 5
- Xwezî ez biryardar bûma,
Min qanûna te bi cih baniya! - 6
- Gava min bi cih anîn hemû emrên te,
Hingê ez şermî nabim li ber te. - 7
- Çaxê ez hîn bim dadbariyên te yên rastdar,
Ezê spas bikim ji te re bi dilekî sozdar. - 8
- Ezê bi cih bînim qanûnên te,
Tu min bi tevahî bernede! - (BEYT)
- 9
- Zilamê ciwan riya xwe bi çi paqij dike?
Bi gohdana peyva te. - 10
- Bi hemû dilê xwe ez li te geriyam,
Min ji emrên xwe averê neke! - 11
- Da ku ez guneh nekim li hember te,
Min di dilê xwe de veşart gotina te. - 12
- Ya Xudan tu pîroz î,
Qanûnên xwe fêrî min ke. - 13
- Dadbariyên ku derdikevin ji devê te,
Ez bi lêvên xwe didim bihîstin. - 14
- Ez şa dibim, li ser şopa şîretên te,
Wek ku her dewlemendî ya min be. - 15
- Ezê li ser emrên te bixebitim,
Û çavên min li riya te be. - 16
- Ez dilşa dibim bi qanûnên te,
Jibîr nakim gotina te. - (GÎMEL)
- 17
- Qenciyê bi evdê xwe bike, da ku ez bijîm,
Û peyva te bigirim. - 18
- Çavên min veke,
Da ku ez harîqayên şerîeta te bibînim. - 19
- Ez mêvan im li vê dinê,
Tu emrên xwe ji min veneşêre! - 20
- Hergav bi bêrîkirina dadbariyên te,
Dihele dilê min. - 21
- Tu, yên ku ji emrên te averê dibin,
Li qureyên bi nalet dihilêyî. - 22
- Tu, şermî û neheqiya wan ji ser min hilîne,
Çimkî min, şîretên te girtin. - 23
- Serok bicivin û li hember min bipeyivin jî,
Evdê te, wê kûr û dûr bifikire li ser qanûnên te. - 24
- Şîretên te ji bo min şahî ne,
Ew ji bo min şêwirmendî ne. - (DALET)
- 25
- Canê min bi axê ve dizeliqe,
Li gor peyva xwe, tu min vejîne. - 26
- Min riyên xwe gotin, te ez bersîvandim;
Qanûnên xwe fêrî min bike! - 27
- Bike ku ez şertên te hîn bibim,
Û li ser harîqayên te bifikirim. - 28
- Canê min ji kederê dihele,
Li gor peyva xwe min hêzdar bike! - 29
- Riya derewê ji min dûr bike,
Tu bi keremê min hînî şerîeta xwe bike. - 30
- Min riya dilsoziyê bijart,
Dadbariyên te danîn ber xwe. - 31
- Min xwe bi şîretên te ve zeliqand,
Tu min nede şermê ya Xudan! - 32
- Te şehrezayiya min zêde kir,
Ez li riya emrên te, diçim bi bazdan. - (HE)
- 33
- Tu riya qanûnên xwe hînî min bike, ya Xudan,
Da ku ez heta dawiyê bigirim wan. - 34
- Tu şehrezayî bide min, ez şerîeta te bigirim,
Û ez, bi hemû dilê xwe goh bidimê. - 35
- Rêberiya min bike li gor emrên xwe,
Çimkî ez ji wan zewqê distînim. - 36
- Tu dilê min li şîretên xwe bizivirîne,
Û wî li qezenca neheq nefetlîne. - 37
- Tu çavên min ji tiştên vala bizivirîne,
Û min di riya xwe de vejîne. - 38
- Ji bo ku ji te bê tirsîn,
Sozê ku te daye evdê xwe bi cih bîne. - 39
- Şerma ku ez jê ditirsim ji min dûr bigire,
Çimkî dadbariyên te qenc in. - 40
- Min bêriya emrên te kiriye!
Tu min, bi rastdariya xwe vejîne. - (VAV)
- 41
- Bila kerema te bigihîje min, ya Xudan,
Û rizgarkirina te, wek ku te soz da min! - 42
- Hingê yên ku li min neheqî kirin,
Wê bersîva xwe bigirin,
Çimkî min bawerî bi gotina te anî. - 43
- Peyva rastiyê, bi tevahî ji devê min derneyne,
Çimkî min hêviya xwe, bi dadbariyên te ve girêda. - 44
- Ezê şerîeta te,
Her û her bigirim. - 45
- Ezê di firehiyê de bimeşim,
Çimkî ez li şertên te geriyam. - 46
- Li pêş padîşahan ezê şîretên te bêjim,
Ezê şermî nebim. - 47
- Ez ji emrên te zewqê distînim,
Ez ji wan hez dikim. - 48
- Ez emrên te gellek dihesibînim, ji wan hez dikim,
Ezê kûr li ser qanûnên te bifikirim. - (ZAYÎN)
- 49
- Sozê ku te daye evdê xwe bibîr bîne,
Bi wî te hêvî dabû min. - 50
- Di tengahiyê de eve xemrevîna min,
Sozê te jiyanê dide min. - 51
- Yên qure bi min pirr tinazên xwe kirin,
Dîsa ez venegeriyam ji şerîeta te. - 52
- Çaxê min dadbariyên te yên kevin bibîr anî,
Ya Xudan, min ji wan teselî deranî. - 53
- Ji ber yên ku dev ji şerîeta te berdan,
Hêrsê ez girtime. - 54
- Li derê xerîbiyê,
Qanûên te ji min re bûn lavij. - 55
- Ez bi şev navê te bibîr tînim ya Xudan,
Şerîeta te digirim. - 56
- Ya ku ez dikim,
Ez şertên te digirim. - (HET)
- 57
- Yê min, para min Xudan e,
Min soz da ezê peyvên te bigirim. - 58
- Ez bi hemû dilê xwe li kerema te geriyam.
Li gor sozê xwe li min were rehmê. - 59
- Ez li ser riyên xwe fikirîm,
Min gavên xwe li gor şîretên te avêt. - 60
- Ji bo ku ez emrên te bigirim,
Min lezand û ez derengî nemam. - 61
- Benê xeraban ez pêçam,
Min şerîeta te jibîr nekir. - 62
- Ji bo dadbariyên te yên rast,
Ez ji nîvê şevê ve radibim, dikim spas. - 63
- Ez ji hemû yên ku ji te ditirsin re heval im,
Ji hemû yên ku şertên te digirin. - 64
- Erd bi kerema te tije ye, ya Xudan
Tu qanûnên xwe hînî min bike. - (TET)
- 65
- Ya Xudan, li gor peyva xwe,
Te qencî kir bi evdê xwe. - 66
- Tu zanîn û şehrezayî bide min,
Çimkî ez bawerî bi emrên te tînim. - 67
- Beriya dilkovaniyê, ez ji rê derketibûm,
Belê niha ez bi gotina te dikim. - 68
- Tu qenc î û qenciyê dikî;
Qanûnên xwe hînî min bike. - 69
- Yên qure li hember min derew kirin,
Belê ez bi hemû dilê xwe şertên te digirim. - 70
- Dilê wan bez girt,
Belê ez ji şerîeta te zewqê digirim. - 71
- Ji bo min baş bû ku ez ketim;
Da ku ez qanûnên te hîn bibim. - 72
- Ji bo min şerîeta devê te,
Ji hezaran zêr û zîvan çêtir e. - (YOD)
- 73
- Destên te ez afirandim, ez bi şikil kirim.
Fêmdariyê bide min, da ku ez emrên te hîn bibim. - 74
- Yên ku ji te ditirsin bi dîtina min şa dibin,
Çimkî ez hêviya xwe bi peyva te girê didim. - 75
- Ez dizanim ya Xudan, dadbariyên te rast in;
Te ez bi dilsozî nizim kirim. - 76
- Li gor sozê ku te daye min, evdê xwe,
Bila hezkirina te ji min re bibe xemrevî. - 77
- Bila dilovaniya te bê ser min, da ku ez bijîm,
Çimkî şerîeta te zewqa min e. - 78
- Bila qure şerm bikin, çimkî wan bi derewan ez sûcdar kirim.
Ez li ser şertên te difikirim. - 79
- Bila li min vegerin yên ku ji te ditirsin,
Yên ku bi şîretên te dizanin. - 80
- Bila dilê min bêkêmahî qanûnên te bi cih bîne,
Da ku ez neyêm şermîkirin. - (KAF)
- 81
- Canê min bêriya rizgarkirina te dike,
Min hêviya xwe bi sozê te ve girê da. - 82
- Çavê min li riya sozên ku te dane, qetiya,
Ez dipirsim, "Ma tê kîngê xemên min birevînî?" - 83
- Ez bûm wek meşka nav dûmanê,
Belê ez qanûnên te jibîr nakim. - 84
- Ma wê heta kîngê bisekine evdê te?
Tê kîngê dadbar bikî yên ku li min dikin zilim? - 85
- Qureyên ku li gor şerîeta te nekirin,
Ji bo min çal çêkirin. - 86
- Hemû emrên te dilsoz in;
Bi neheqî tengahiyê didin min, tu were alîkariya min! - 87
- Hindik mabû min ji rûyê erdê rakin,
Belê ez terka şertên te nakim. - 88
- Li gor kerema xwe tu min vejîne,
Ezê li gor şîreta devê te bikim. - (LAMET)
- 89
- Peyva te, ya Xudan,
Her û her dimîne li ezman. - 90
- Dilsoziya te ji hemû nifşan re dimîne,
Te erd ava kir, ew didomîne. - 91
- Li gor biryara te, îro her tişt li ser lingan dimîne,
Çimkî hemû tişt ji bo xizmeta te ne. - 92
- Eger şerîeta te ne zewqa min bûya,
Ezê bi êşên xwe biqediyam. - 93
- Ez tucar jibîr nakim şertên te,
Çimkî te bi wan jiyan da min. - 94
- Ez yê te me, min azad ke,
Ez li şertên te digerim. - 95
- Yên xerab, ji bo ku min tune bikin sekinîn,
Belê ez gohdariya şîretên te dikim. - 96
- Min sînorê her tekûziyê dît,
Belê emrên te bêsînor in. - (MEM)
- 97
- Ez çiqas hez dikim ji şerîeta te!
Tevahiya rojê li ser wê difikirim. - 98
- Emrên te, min ji dijminên min şehrezatir kirin,
Çimkî ew hergav bi min re ne. - 99
- Ez ji hemû mamosteyên xwe bêtir şehreza me,
Çimkî şîretên te di fikra min de ne. - 100
- Ez ji pîran bêtir şehreza me,
Çimkî li ser şertên te me. - 101
- Min lingên xwe ji her riya xerab dûr kiriye,
Da ku ez peyva te bigirim. - 102
- Ez venegerîm ji dadbariyên te,
Çimkî te hînî min kirin. - 103
- Çiqas bi min şîrîn in peyvên te,
Ji devê min re ji hingiv şîrîntir in gotinên te! - 104
- Ez bi şertên te şehreza dibim,
Loma ji her riya derew nefret dikim. - (NUN)
- 105
- Peyva te ji bo gavên min çira ye,
Ronahî ye ji bo riya min. - 106
- Min sond xwar ku ezê dadbariyên te yên rast, bigirim,
Ezê sonda xwe bigirim. - 107
- Min gellek kişand, ya Xudan;
Tu min vejîne li gor sozê xwe. - 108
- Pesnên ji dil ên ku ji devê min dertên,
Tu qebûl ke, ya Xudan,
Tu hînî min bike dadbariyên xwe. - 109
- Canê min hergav di kefa destê min de ye,
Dîsa jî ez jibîr nakim şerîeta te. - 110
- Xeraban li pêş min kozik danîn,
Dîsa jî ez nezivirîm ji şertên te. - 111
- Şîretên te her û her ji bo min mîras in,
Ew şahiya dilê min in. - 112
- Dilê min, her û her heta dawiyê,
Ji bo pêkanîna qanûnên te meyildar e. - (SAMEK)
- 113
- Ez nefret dikim ji zilamê durû,
Lê ez hez dikim ji şerîeta te. - 114
- Tu yî star û mertalê min,
Ez hêviya xwe bi peyva te girê didim. - 115
- Ey xerabno, ji min dûr bin,
Da ku ez emrên Xwedayê xwe bînim cih. - 116
- Li gor sozê xwe tu ji min re bibe destek, da ku ez bijîm;
Tu nehêle ku ez di hêviya xwe de şermî bibim! - 117
- Bi min bigire, min rake, da ku ez rizgar bibim,
Da ku ez hergav bala xwe bidim qanûnên te. - 118
- Te hemûyên ku ji qanûnên te averêbûn nehesiband,
Çimkî hîla wan vala ye. - 119
- Tu hemû xerabên dinê wek çanç davêjî,
Loma ez hez dikim ji şîretên te. - 120
- Bedena min dilerize ji tirsa te,
Ez ditirsim ji dadbariyên te. - (AYÎN)
- 121
- Min ya rast û dadperwer kir,
Tu min bi destê xedaran ve bernede! - 122
- Ji bo qenciyê tu ji evdê xwe re bibe kefîl,
Da ku min nepelçiqînin yên qure. - 123
- Çavê min li riya rizgarkirina te,
Û li benda bicihanîna sozê te yê rastdar qetiya, - 124
- Li gor hezkirina xwe nêzikahî li min de,
Û qanûna xwe hînî min bike. - 125
- Ez evdê te me, tu şehrezayî bide min,
Da ku ez şîretên te fêm bikim. - 126
- Dem dema tevgerê ye, ya Xudan,
Çimkî wan şerîeta te şikand. - 127
- Loma ez ji emrên te,
Ji zêr, ji zêrê xas bêtir hez dikim; - 128
- Loma ez di her tiştî de, hemû şertên te rast dibînim,
Ji her riya derew nefret dikim. - (PE)
- 129
- Şîretên te şehane ne,
Loma canê min wan digire. - 130
- Ronahî dide, vekirina peyva te,
Şehrezayî dide zilamên sexik. - 131
- Min devê xwe vekir û axîn kişand,
Çimkî ez bêriya emrên te dikim. - 132
- Çawa ku ji hezkirên navê te re dadperweriya te heye,
Li min bizivire û ji min re dilovan be. - 133
- Bi peyva xwe tu gavên min bişidîne,
Da ku serweriya tu sûcî li ser min nemîne. - 134
- Tu min xelas ke ji tehdayiya mirov,
Da ku ez şertên te bigirim. - 135
- Bila rûyê te ji evdê te re bibiriqe,
Tu qanûnên xwe hînî min bike. - 136
- Bi şirrik hêsir ji çavê min dibarin,
Çimkî ew şerîeta te nagirin. - (SADE)
- 137
- Tu dadperwer î, ya Xudan,
Û dadbariyên te rast in. - 138
- Te şîretên xwe bi dadperwerî,
Û bi dilsozî emir kirin. - 139
- Xîretkêşiya min, ez qedandim,
Çimkî dijminên min, peyva te jibîr kirin. - 140
- Sozê te gellek xas e,
Evdê te jê hez dike. - 141
- Ez nizim û bêrûmet im,
Belê şertên te jibîr nakim. - 142
- Rastdariya te, rastdariya her û her e,
Û şerîeta te rastî ye. - 143
- Ez ketim nav êş û tengahiyan,
Belê emrên te zewqa min in. - 144
- Şîretên te her û her rast in;
Tu şehrezayî bide, da ku ez bijîm. - (KOF)
- 145
- Ez bi hemû dilê xwe diqîrim,
Tu min bibersivîne, ya Xudan!
Ezê qanûnên te bigirim. - 146
- Ez bangî te dikim,
Min rizgar ke,
Da ez şîretên te bigirim. - 147
- Ez beriya hilatina rojê radibim û dikim hawar,
Min hêviya xwe bi peyva te ve girê da. - 148
- Bi şevan xew nakeve çavê min,
Da ku ez li ser sozê te bifikirim. - 149
- Li gor hezkirina xwe dengê min bibihîze, ya Xudan,
Li gor dadbariya xwe tu min vejîne! - 150
- Yên ku min bi niyeta xerab dêşînin, nêzik bûn,
Ew ji şerîeta te dûr in. - 151
- Belê tu nêzik î, ya Xudan,
Û hemû emrên te rast in. - 152
- Min zû ve ji şîretên te fêm kir,
Ku te ew, ji bo her û her ava kir. - (REŞ)
- 153
- Li tengahiya min binêre, min rizgar ke,
Çimkî ez jibîr nakim şerîeta te. - 154
- Doza min bibîne, min azad ke,
Li gor sozê xwe min vejîne. - 155
- Ji xeraban dûr e rizgarî,
Çimkî ew li qanûnên te negerîn. - 156
- Dilovaniya te gellek e, ya Xudan,
Li gor dadbariya xwe bide min jiyan. - 157
- Yên ku li min zilmê dikin û dijminên min zêde ne,
Dîsa jî ez ji şîretên te venegeriyam. - 158
- Çaxê min xayin dîtin, dilê min qeliqî,
Çimkî ew peyva te nagirin. - 159
- Binêre, ez çiqas hez dikim ji şertên te,
Ya Xudan, li gor kerema xwe tu bide min jiyan. - 160
- Bingeha peyvên te rastî ne,
Her dadbariya te ya dadperwer, dimîne her û her. - (SÎN û ŞÎN)
- 161
- Serok, bêsedem li min zilmê dikin,
Belê dilê min tenê ji peyva te ditirse. - 162
- Wek zilamê ku xenîmet dîtî,
Ez bi peyva te şa dibim. - 163
- Ez ji derewan nefret dikim, dilê min li hev dikeve,
Belê ez ji şerîeta te hez dikim. - 164
- Ji bo dadbariyên te yên dadperwer,
Rojê heft caran pesnê te didim. - 165
- Yên ku ji şerîeta te hez dikin, aştiyeke mezin dibînin,
Tu tişt wan naterpilîne. - 166
- Ya Xudan, min hêviya xwe bi rizgarkirina te ve girê daye,
Û min emrên te anîne cih. - 167
- Canê min şîretên te girt,
Ez gellek ji wan hez dikim. - 168
- Ez şîret û şertên te digirim,
Çimkî hemû riyên min li ber te ne. - (TAV)
- 169
- Ya Xudan, bila bigihîje te feryada min,
Li gor peyva xwe, tu bide min têgihîştin! - 170
- Bila lavakirina min bigihîje ber te;
Li gor sozê xwe tu min azad ke! - 171
- Bila ji lêvên min spasî bibarin,
Çimkî te qanûnên xwe hînî min kirin. - 172
- Bila zimanê min ji peyva te re lavijan bêje,
Çimkî hemû emrên te rast in. - 173
- Bila destê te, amade be ji bo alîkariya min,
Çimkî min şertên te hilbijartin. - 174
- Min bêriya rizgariya te kir, ya Xudan,
Û şerîeta te ye, dilşahiya min. - 175
- Bihêle ez bijîm, da ku ez pesnê te bidim,
Bila dadbariyên te alîkariya min bikin. - 176
- Wek miya hundabûyî ez ji rê derketim;
Tu li evdê xwe bigere,
Çimkî min emrên te jibîr nekirin.