Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûr 118
- 1
- Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e,
Kerema wî her û her e. - 2
- Bila Îsraêl bêje:
"Kerema wî her û her e!" - 3
- Bila mala Harûn bêje:
"Kerema wî her û her e!" - 4
- Bila yên ji Xuda ditirsin bêjin:
"Kerema wî her û her e!" - 5
- Di tengahiyê de min bang kir Xudan;
Wî ez bersîvandim û derxistim firehiyê. - 6
- Xudan bi min re ye, nîne tirsa min;
Mirov dikarin çi bikin bi min? - 7
- Xudan bi min re ye, ew alîkarê min e,
Ezê têkçûna dijminê xwe bibînim. - 8
- Xwespartina Xudan,
Çêtir e ji ewlebûna mirovan. - 9
- Xwespartina Xudan,
Qenctir e, ji ewlebûna bi mîran. - 10
- Hemû miletan dor li min pêçan,
Ezê wan bişikênim, bi navê Xudan. - 11
- Dor li min pêçan, dor li min girtin,
Ezê wan bişikênim bi navê Xudan. - 12
- Wek mêşên hingiv dor li min pêçan,
Wek agirê pûş tefiyan;
Ezê wan bişikênim bi navê Xudan. - 13
- Ez hatim defdan, dikira biketam,
Belê Xudan hat alîkariya min. - 14
- Xudan hêz û lavija min e,
Ew bi xwe rizgariya min e. - 15
- Dengê şahî û serketinê,
Bilind dibe ji konê rastan:
"Destê rastê yê Xudan, dike mêrxasiyan! - 16
- Destê rastê yê Xudan, hatiye berzkirin,
Destê rastê yê Xudan, dike mêrxasiyan!" - 17
- Ezê nemirim, ezê bijîm,
Ezê karên Xudan bêjim. - 18
- Xudan ez bi şid terbiye kirim,
Belê wî ez terkî mirinê nekirim. - 19
- Vekin li min deriyên rastdariyê,
Da ku ez tê re derbas bibim û ji Xudan re bikim spasiyê. - 20
- Va ye, ev e deriyê Xudan!
Yê rast tê re derbas dibin. - 21
- Ez spasdarê te me, çimkî te bersîva min da,
Û tu bûyî rizgariya min. - 22
- Kevirê ku hostayan red kirin,
Bû kevirê serê rikin. - 23
- Ev ji alî Xudan ve çêbû,
Li ber çavê me karek ecêb e! - 24
- Roja ku Xudan afirandiye, ev e,
Bi wê em şa û dilşa bin! - 25
- Ya Xudan, em lava dikin, me rizgar ke,
Ya Xudan, em lava dikin, me serfiraz ke! - 26
- Bila pîroz be, yê ku bi navê Xudan tê!
Em ji mala Xudan, we pîroz dikin. - 27
- Xudan Xwedê ye, wî em ronahî kirin.
Goriye bi kertik, bi qiloçê gorîgehê ve girêdin. - 28
- Xwedayê min tu yî, ez spasî te dikim,
Tu Xwedayê min î, ez te berz dikim. - 29
- Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e,
Kerema wî her û her e.