Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûr 116
- 1
- Ez ji Xudan hez dikim,
Çimkî ew dengê min û hawara min dibihîze. - 2
- Ji ber ku wî gohê xwe da min,
Heta ku ez bijîm, ezê bangî wî bikim. - 3
- Benên mirinê hawirdora min girtin,
Û tengahiyên diyarê mirinê ez pêçam,
Derd û tengahiyê ez girtim. - 4
- Hingê min bangî navê Xudan kir,
"Eman, ya Xudan tu canê min azad ke!" - 5
- Xudan keremdar û dadperwer e,
Xwedayê me dilovan e. - 6
- Xudan mirovên sexik diparêze,
Gava ez ketim, wî ez rakirim. - 7
- Ey canê min, li rihetiya xwe vegere,
Çimkî Xudan qencî bi te kir. - 8
- Te canê min ji mirinê,
Çavên min ji hêsiran,
Lingên min ji terpilînê rizgar kir. - 9
- Ezê li diyarê jiyandaran,
Li pêş Xudan rêve herim. - 10
- Dema ku min digot, "Ez tengahiya mezin dikişînim" jî,
Min baweriya xwe parast. - 11
- Min di şaşbûna xwe de got,
"Hemû mirov derewkar in." - 12
- Ji bo hemû qenciyên ku bi min kir,
Ma ez çi bidim Xudan? - 13
- Ezê kasa rizgariyê hilînim,
Û navê Xudan bang bikim. - 14
- Li pêşberî hemû gelê xwe,
Ji Xudan re, bicih bînim sozên xwe. - 15
- Di çavên Xudan de,
Mirina dilsozên wî hêja ye. - 16
- Ya Xudan, ez evdê te yê rastîn im;
Lawê qewraşa te me,
Te zincîrên min vekir. - 17
- Ezê goriya spaskirinê pêşkişî te bikim.
Ya Xudan, ezê bangî navê te kim. - 18
- Ezê nedrên ku min ji Xudan re soz dane bînim cih,
Li pêşber hemû gelê wî, - 19
- Li hewşa mala Xudan,
Li nav te, ey Orşelîm!
Pesnê Xudan bidin!