Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûr 114
- 1
- Gava ku Îsraêl ji Misirê,
Nîjada Aqûb ji dera ku zimanê xerîb lê tê peyivîn derket, - 2
- Cihûda bû ciyê pîroz ê Xwedê,
Îsraêl bû padîşahiya wî. - 3
- Deryayê nihart û bi şûn ve vekişî,
Çemê Şerîayê bi şûn ve herikî. - 4
- Çiya, wek beranan,
Gir jî, wek berxan hilpetikîn. - 5
- Ey derya, çi bi te hat tu direvî?
Ey Şerîa, tu çima şûn ve diherikî? - 6
- Ey çiyano, çima hûn wek beranan,
Ey girno, çima hûn wek berxan hilpetikîn? - 7
- Ey erd, li pêş serwerê xwe,
Li pêş Xwedayê Aqûb bilerize. - 8
- Wî zinar zivirand gola avê,
Kevirê heste, kir kaniya avê.