Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûr 113
- 1
- Pesnê Xudan bidin!
Pesin bidin, ey evdên Xudan,
Pesnê navê Xudan bidin! - 2
- Ji niha heta her û her,
Bila pîroz be navê Xudan! - 3
- Ji derketina rojê heta çûna wê ya ava,
Hêjayî pesindanê ye navê Xudan! - 4
- Xudan li ser tevahiya miletan serwer e,
Û berziya wî li ser ezmanan e. - 5
- Ma kî wek Xudan Xwedayê me ye?
Li jorê rûdinê. - 6
- Xwe ditewîne,
Da ku erd û ezman bibîne. - 7
- Ew yê ketî ji erdê radike,
Yê hejar ji ser sergo bilind dike; - 8
- Da ku gelê wî bi mîran re,
Bi mîrên gelê xwe re rûnê. - 9
- Ew malê dide jina stewr,
Wê dilşa dike û dike dayika zarokan.
Pesnê Xudan bidin!