Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Lavij, Zebûra Dawid.
- 1
- Dilê min bêleq e, ey Xwedê,
Ezê bi hemû canê xwe ji te re lavij û îlahiyan bêjim! - 2
- Hişyar be, ey lîr, ey çeng,
Ezê seherê hişyar kim! - 3
- Di nav gelan de, ezê spasiya te bikim ya Xudan,
Pesnê te bidim li nav miletan. - 4
- Çimkî kerema te, bilindtir e ji ezman,
Dilsoziya te digihîje heta ewran. - 5
- Ey Xwedê, bilind bibe ser ezmanan,
Bila berziya te binixême tevahiya erdan! - 6
- Da ku hezkirên te bigihîjin azadiyê,
Bi destê xwe yê rastê rizgar ke, me bibersivîne! - 7
- Xudan ji dera xwe ya pîroz soz da:
"Ezê bi şahî, Şexemê parî bikim,
Geliyê Sukkotê bipîvim - 8
- Gîlat ya min e, Manasse jî ya min,
Efrayîm sîpera serê min,
Cihûda gopalê padîşahiya min. - 9
- Moav legana min a şûştinê ye,
Ezê çaroxa xwe bavêjim ser Edomê,
Ezê bi serketin biqîrim ji bo Filîstê." - 10
- Kî wê min bibe bajarê bi sûr?
Wê kî riya Edomê nîşanî min bide? - 11
- Ey Xwedê, ma te em red nekirin?
Ey Xwedê, ma tu êdî bi ordiyên me re naçî? - 12
- Li hember dijmin ji me re bibe alîkar,
Çimkî vala ye alîkariya mirov. - 13
- Bi alîkariya Xwedê, emê bi ser kevin,
Ew e, yê ku dipelçiqîne dijminê me.