Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûr 107
- 1
- Spas bikin ji Xudan re, çimkî qenc e,
Kerema wî her û her e. - 2
- Bila weha bêjin yên ku Xudan ew azad kirine,
Ew yên ku ji tengahiyê xelas kirine, - 3
- Wî ew ji rojhilat, ji rojava, ji bakûr, ji başûr,
Ji welatan civandine. - 4
- Li çolê, li dera tenha, ew eware geriyan,
Bajarek ku lê rûnên nedîtin. - 5
- Tî û birçî,
Dilê wan xeriqî. - 6
- Hingê di tengahiya xwe de, ji Xudan re feryad kirin,
Wî ew ji derdê wan xelas kirin. - 7
- Ji bo ku herin bajarekî ku lê rûnên,
Wî ew di riya rast de meşandin. - 8
- Bila spas bikin ji bo kerema Xudan,
Ji bo karên nedîtî yên ku kirî ji bo mirovan. - 9
- Çimkî ew tiyan têr dike,
Canê birçî bi qenciyê tije dike. - 10
- Li dera tarî û di bin siya mirinê de rûniştibûn,
Girtiyên xemgîn û bi zincîran girêdayî. - 11
- Çimkî li hember peyvên Xwedê serî hildabûn,
Û şîreta Yê Herî Berz biçûk dîtibûn. - 12
- Wî dilê wan bi karên giran nizim kir,
Ketin, kesî ku ji wan re bibe alîkar tunebû. - 13
- Hingê ji nav tengahiyan, feryad kirin li Xudan,
Wî ew azad kirin ji derdê wan; - 14
- Wî ew ji tariyê û ji bin siya mirinê deranîn,
Wî şikand zîncîrên wan. - 15
- Bila spas bikin ji bo kerema Xudan,
Ji bo karên wî yên ku kirî ji bo mirovan, - 16
- Çimkî wî deriyên tunc şikand,
Û darikên hesin ji hev qetand. - 17
- Hin ji wan bêaqil bûn,
Ji ber sûc û xerabiyên xwe kişandin. - 18
- Dilê wan ji hemû xwarinan li hev diket,
Nêzikî deriyên mirinê dibûn. - 19
- Hingê di tengahiyê de feryad dikin li Xudan,
Ew wan xelas dike ji derdê wan. - 20
- Peyva xwe şand, sihetê da wan,
Ji çala ku ketinê, xelas kir wan. - 21
- Bila spas bikin ji bo kerema Xudan
Ji bo karên wî yên ku kirî ji bo mirovan. - 22
- Bila gorîyên spaskirinê pêşkiş bikin,
Û bi qîrînên şahiyê kirinên wî bidin bihîstin! - 23
- Hin bi gemiyan şeqitîn deryayê,
Li ser avên mezin kar dikirin, - 24
- Ew dibînin karên Xudan,
Karên nedîtî yên ku kirî li kûrahiyan. - 25
- Çimkî wî emir kir, ba û bager rakir,
Pêlên deryayê bilind kir. - 26
- Ew derketin ezman, daketin binî,
Di tengahiyê de, heliya wêrekiya wan, - 27
- Wek serxweşan şewişîn, terpilîn,
Û ji serê wan çû hişê wan. - 28
- Hingê di tengahiyê de feryad kirin li Xudan,
Wî ew xelas kirin ji derdê wan. - 29
- Wî bagerê da sekinandin,
Pêlan da rawestandin; - 30
- Hingê şa bûn, çimkî gihîştin rihetiyê,
Wî ew gihadin kara ku dixwestin herinê. - 31
- Bila spas bikin ji bo kerema Xudan,
Ji bo karên wî yên ku kirî ji bo mirovan. - 32
- Bila wî berz bikin di civata gel de,
Pesnê wî bidin di koma rûsipiyan de. - 33
- Ew çeman dizivirîne çolê,
Kaniyên avê dike ziwayî, - 34
- Axa bi ber û adan,
Ji rûyê xerabên li ser rûniştî dike çol. - 35
- Ew çolê dizivirîne gola avê,
Axa ziwa dike kaniya avê. - 36
- Ji bo ku bajarekî lê rûniştinê ava bikin;
Birçiyan li wir dide rûniştin. - 37
- Ew zeviyan dajon, rezan datînin,
Û bi zêdehî ber hiltînin. - 38
- Bi pîrozkirina Xudan,
Ew gellek zêde bûn,
Wî kêm nekir heywanên wan. - 39
- Dîsa ji destê xedarî, xerabî û kederê,
Kêm bûn, hatin biçûkkirin. - 40
- Xudan şermî barand bi ser mîrên wan,
Di çola bêrê de ew eware gerand. - 41
- Belê yê feqîr ji sefaletê deranî,
Malbatên wan wek keriyê pez zêde kir. - 42
- Yên rast dibînin û pê şa dibin,
Yên xerab devê xwe radidin. - 43
- Yê şehreza vana digire,
Aqilê wî ji kerema Xudan dibirre.