Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûr 106
- 1
- Pesnê Xudan bidin!
Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e,
Kerema wî her û her e. - 2
- Kî dikare karên Xudan ên hêzdar bêje,
Kî dikare tevahiya pesnê wî bide bihîstin? - 3
- Xwezî bi wan ku dadperweriyê diparêzin,
Û hergav ya rast dikin! - 4
- Çaxê te qencî bi gelê xwe kir, min bibîr bîne ya Xudan,
Gava ku tu wan rizgar dikî, min jî têxe nav wan. - 5
- Da ku ez qenciya bijartiyên te bibînim,
Bi şahiya netewa te şa bim,
Bi mîrasa te pesindar bim. - 6
- Wek bav û kalên xwe, me jî sûc kir,
Me guneh û xerabî kir. - 7
- Li Misirê, bav û kalên me,
Karên te yên nedîtî te fêm nekirin,
Wan zêdebûna qenciyên te fêm nekir,
Li deryayê, li keviyê Derya Sor serî rakirin. - 8
- Belê ji bo ku hêza xwe nîşanî wan bide,
Wî ji bo navê xwe, ew rizgar kirin. - 9
- Ew li Derya Sor hilat, derya ziwa bû,
Wek ku li çolê dimeşin,
Wî ew di kûrahiyan de meşandin, - 10
- Ew ji destê dijminên wan rizgar kir,
Ji destê yên ku ji wan nefret dikin xelas kir. - 11
- Avê dijminên wan nixamt,
Tu kes ji wan nema. - 12
- Hingê bawerî bi peyva wî anîn,
Bi lavijan pesnê wî dan. - 13
- Belê karên wî zû jibîr kirin,
Li benda şîreta wî neman. - 14
- Îcar li çolê azweriya wan zêde bû,
Li wê derê Xwedê ceribandin. - 15
- Xwedê ya ku xwestin da wan,
Belê nexweşînek ku diqedîne kir bela serê wan. - 16
- Ew li ordîgehê ji Mûsa,
Û ji veqetandiyê Xudan Harûn, dexisîn, - 17
- Hingê erd qelişî û Datan daqurtand,
Alîgirên Avîram nuxamt. - 18
- Agir bi ser peywirên wan ve bariya,
Pêtê yên xerab şewitand. - 19
- Li Horevê conegayek darêjtî çêkirin,
Û perizîn pûtê bi destan hatiye çêkirin. - 20
- Wan berziya Xwedê,
Bi sûretê gayekî ku giya dixwe guhartin. - 21
- Wan ji bîr kir, Xwedayê ku ew xelas kirî,
Û li Misirê, karên mezin kirî, - 22
- Li diyarê Ham karên nedîtî çêkirî,
Li Derya Sor karên ecêb kirî. - 23
- Loma wî got, wiyê ew tune bikirana,
Eger evdê wî yê bijartî Mûsa, li şeqara li pêşberî wî ranewestiya,
Û xezeba wî neziviranda, wiyê ew tune bikirana. - 24
- Hingê wan diyarê xweş biçûk dît,
Bawerî bi sozê wî neanîn. - 25
- Di konên xwe de kirin mirre mirr,
Goh nedan gotina Xudan. - 26
- Loma Xudan destê xwe rakir û sond xwar ku wan,
Li çolê, li bin gohê erdê xe, - 27
- Nîjada wan li nav miletan wer ke,
Wan li welatên cihê belav ke. - 28
- Hingê wan xwe spart Baalê Peorî,
Qurbana ku ji miriyan re hatiye dayin xwarin. - 29
- Bi karên xwe yên xerab Xudan hêrs kirin,
Û nexweşîna webayê di nav wan de belav bû. - 30
- Hingê Pînehas rabû û dest avêtê,
Nexweşîn rawesta. - 31
- Ev yek ji bo wî rastdarî hat hesibandin,
Ji nifşekî heta yê din, her û her. - 32
- Li keviyên ava Merîva, wan cardin hêrs kir Xudan,
Bela hat serê Mûsa, ji rûyê wan; - 33
- Çimkî wan êş bi ruhê wî da kişandin,
Peyvên bêtedbîr ji lêvên wî hatin der. - 34
- Wek ku Xudan li wan emir kiribû,
Wan gel helaq nekirin, - 35
- Belê bi miletan re ketin nav hev,
Û karên wan hîn bûn. - 36
- Bi ser de perizîn pûtên wan,
Bi vî awayî ketin dafika wan. - 37
- Kurên xwe, keçên xwe,
Ji cinan re kirin qurban. - 38
- Ji bo ku ji putên Kenanê re bikin qurban,
Wan xwîna bêrî ya kur û keçên xwe rijand,
Welat qirêjî bû bi xwîna wan. - 39
- Bi vî awayî, bi kirinên xwe, xwe herimandin,
Bi karê xwe re bêbextî kirin. - 40
- Hêrsa Xudan li hember gelê wî rabû,
Û ji mîrasa xwe nefret kir. - 41
- Wî ew dan destê miletan.
Yên ku ji wan nefret dikirin, bûn serwer li ser serê wan. - 42
- Dijminên wan ew pelçiqandin,
Serî li hemûyan tewandin. - 43
- Xudan gellek caran ew azad kirin,
Belê niyeta wan serî hildan bû,
Û bi sûcên xwe, xwe tune kirin. - 44
- Gava ku Xudan, bihîst feryada wan,
Wî nihart li tengahiya wan. - 45
- Ji bo xatirê wan, peymana xwe bibîr anî,
Li gor mezinbûna kerema xwe, dilovanî li wan kir. - 46
- Wî kir ku, yên ew dîl girtine,
Dilovan bin li hember wan. - 47
- Ya Xudan, Xwedayê me, me rizgar ke,
Me ji nav miletan bicivîne.
Da ku em ji navê te yê pîroz re spas bikin,
Bi berziya te pesnê xwe bidin. - 48
- Bila Xwedayê Îsraêlê Xudan,
Ji berê ve, heta her û her pîroz be!
Bila tevahiya gel "Amîn!" bêje.
Pesin ji Xudan re!