Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûr 104
- 1
- Xudan pîroz bike, ey canê min!
Tu çiqas mezin î, ya Xudan Xwedayê min!
Te berzî û rewnaqî li xwe kiriye, - 2
- Tu yî, yê ku ronahiyê wek xiftan li xwe pêçayî.
Tu ezmanan, wek konekî ditikînî. - 3
- Tu menzelên xwe, li ser avên jor datînî,
Tu ewran ji xwe re dikî erebe,
Tu li ser bazkên bayê digerî. - 4
- Tu bayê, ji xwe re dikî şandî,
Tu agir û pêtê, ji xwe re dikî xizmetkar. - 5
- Te erdê li ser bingeha wê ava kir,
Da ku her û her neleqe. - 6
- Te kûrahiyê wek xiftan lê rapêça,
Av li ser serê çiyan man. - 7
- Bi lêhilatina te ew reviyan,
Bi avêtina brûskê re vekişiyan. - 8
- Ew zû reviyan dera ku te ji bo wan ava kir,
Ji çiyayan derbas bûn, herikîn newalan. - 9
- Te ji bo wan, sînorekî ku derbas nebin danî,
Da ku cardin erdê nenixêmin. - 10
- Kaniyên ku te deranîn ji newalan,
Di nav çiyan de diherikin. - 11
- Hemû heywanên çolê av didin,
Tîbûna kerên çolê ji wan dibin. - 12
- Çivîk li ba wan hêlînên xwe çêdikin,
Ji nav guliyên wan distirin. - 13
- Tu ji menzela xwe ya li ezman çiyayan av didî,
Erd ji meywa karên te têr dibe. - 14
- Tu ji bo heywanan giya,
Sebzên ku bi kêrî mirov tên digihînî;
Da ku mirov nanê xwe ji erdê hilînin, - 15
- Şeraba ku dilê mirov şa dike,
Runê ku rûyê mirov dikenîne,
Nanê ku hêz dide dilê mirov, tu didî. - 16
- Darên Xudan,
Sedirên Lubnanê yên ku wî danîne, têr tên avdan. - 17
- Li wir çivîk hêlînên xwe çêdikin,
Herçî legleg e, mala wê darên hervizan e. - 18
- Çiyayê bilind ji bo pezkûviyan e,
Zinar stara kîroşkan e. - 19
- Te hîvê ji bo nîşandana demsalan çêkir,
Roj dizane, wê li ku derê here ava. - 20
- Tu dikî tarî, dibe şev,
Hingê hemû heywanên daristanê dertên. - 21
- Şêrên ciwan ji bo nêçîrê dikin himmîn,
Û ji Xwedê xwarina xwe dixwazin. - 22
- Bi derketina rojê re vedikişin,
Û di şikeftên xwe de radizên. - 23
- Mirov diçin karên xwe,
Heta êvarê dikin xebata xwe. - 24
- Ya Xudan, çiqas pirr in karên te!
Te hemûyan bi şehrezayî kir;
Ruyê erdê bi afirîdên te tije ne. - 25
- Deryayên bêserî û bêbinî,
Afirîdên biçûk û mezin,
Tê de, bi hev re dijîn. - 26
- Li wir gemî digerin,
Ji bo ku tê de bileyize, Levyetanê ku te çêkir li wir e. - 27
- Hemû li benda te ne,
Da ku tu, di demê de xwarina wan bidî wan. - 28
- Tu didî, ew dicivînin,
Tu destê xwe vedikî, ew bi qenciyê têr dibin. - 29
- Tu rûyê xwe vedişêrî, ew ditirsin,
Tu hilma wan dibirrî, ew dimirin û dibin ax. - 30
- Tu Ruhê xwe dişînî, ew diafirin,
Û tu, rûyê erdê nû dikî. - 31
- Bila rewnaqiya Xudan her û her bajo!
Bila Xudan bi karên xwe şa be! - 32
- Ew li erdê dinêre, erd dilerize,
Bi destdana wî, çiya dişewitin. - 33
- Heta ez bijîm, ezê ji Xudan re lavijan bêjim,
Heta ez hebim, ezê bi lavijan pesnê Xwedayê xwe bidim. - 34
- Bila ramana min li xweşa wî here,
Şabûna min bi Xudan be! - 35
- Bila gunehkar ji dinê rabin,
Yên xerab êdî tune bin!
Ey canê min, Xudan pîroz bike!
Pesnê Xudan bidin!