Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra spaskirinê.
- 1
- Ey tevahiya dinyayê, bi şahî ji bo Xudan biqîrin!
- 2
- Bi şahî biperizinê,
Bi lavijên şahî derkevin pêşberî wî! - 3
- Bizanibin ku Xudan Xwedê ye.
Wî em afirand, em yên wî ne,
Em gelê wî, miyên mêrga wî ne. - 4
- Bi spasî derbas bibin, di derê wî de,
Bi pesindan têkevin hewşên wî!
Ji wî re spas bikin, pîroz bikin navê wî! - 5
- Çimkî qenc e Xudan,
Heskirina wî her û her e.
Dilsoziya wî herdem dajo.