Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Îsa li Bajarê Xwe Nisretê Tê Redkirin 
1
Îsa ji wir derket û çû bajarê xwe. Şagirtên wî jî li pey wî çûn.
2
Çaxê bû roja Şemiyê, wî di kinîştê de dest bi hînkirinê kir û gelekên ku ew bihîstin, gelek şaş man û gotin: «Vî mirovî ev tişt ji ku derê anîn? Ev çi şehrezayî ye ku jê re hatiye dayîn? Ev çi keramet in ku bi destê wî çêdibin?
3
Ma ev ne xerat e? Ma ev ne kurê Meryemê* û birayê Aqûb, Yûsês, Cihûda û Şimûn e? Ma xwişkên wî ne li vir di nav me de ne?» Bi vî awayî ew ji wî enirîn.
4
Îsa jî ji wan re got: «Pêxemberek* ji bajarê xwe, di nav mirovên xwe de û ji mala xwe pê ve, li cihên din ne bê siyanet* e.»
5
Wî li wê derê nikaribû tu keramet bikira, bi tenê destên xwe danîn ser çend nexweşan û ew qenc kirin.
6
Îsa li bêbaweriya wan şaş ma.
Îsa li gundên hawirdorê digeriya û hîn dikir.
Şandina Diwanzdeh Şagirtan 
7
Wî her diwanzdeh gazî ba xwe kirin û dest pê kir, ew cot bi cot şandin û li ser ruhên nepak desthilatî da wan.
8
Li wan emir kir û got: «Ji bo rêwîtiyê ji bilî dar tu tiştî bi xwe re nebin: Ne nan, ne tûr û ne jî di kemberê de pere.
9
Çaroxên xwe bikin piyê xwe, lê du kirasan wernegirin.»
10
Ser ve zêde kir û got: «Her li ku derê ku hûn bikevin malekê, heta ku hûn ji wî cihî derkevin, li wê malê bimînin.
11
Ew cihên ku we qebûl nekin û guh nedin gotina we jî, gava hûn ji wir herin, toza lingên xwe biweşînin, da ku ev ji bo wan bibe şahidî.»
12
Ew jî bi rê ketin û wan hîn kir ku mirov tobe bikin.
13
Wan gelek cin derdixistin û rûn li gelek nexweşan didan û ew qenc dikirin.
Kuştina Yûhennayê Imadkar 
14
Û Hêrodês* padîşah ev yek bihîst, çimkî nav û dengê Îsa derketibû. Hinekan digot: «Ev Yûhennayê* imadkar e ku ji nav miriyan rabûye. Ji ber vê yekê karên hêzdar bi destê wî tên kirin.»
15
Lê hinekan jî digot: «Ev Êlyas* e.» Hinekên din jî digotin: «Ev pêxemberek* wek pêxemberên dema berê ye.»
16
Lê gava Hêrodês ev yek bihîst, wî got: «Yûhennayê ku min serê wî jêkiriye, ji nav miriyan rabûye.»
17
Çimkî Hêrodês bi xwe Yûhenna dabû girtin, girêdabû û avêtibû zîndanê. Wî ev ji ber Hêrodiya jina Filîposê birayê xwe kir, çimkî wî ew ji xwe re anîbû.
18
Lê Yûhenna jê re gotibû: «Nabe ku tu jinbira xwe bînî.»
19
Loma kîna Hêrodiya ji Yûhenna hebû, dixwest ku wî bide kuştin, lê bi ser nediket,
20
çimkî Hêrodês ji Yûhenna ditirsiya û ew diparast; ji ber ku dizanibû Yûhenna mirovekî rast û pîroz* e. Gava ku guhê xwe dida gotina wî, ew heyirî dima, lê dîsa jî bi dilxweşî guhdariya wî dikir.
21
Îcar fersendek derket. Hêrodês ji bo rojbûyîna xwe ziyafetek da malmezin, serdarên leşkerî û giregirên Celîlê.
22
Gava keça Hêrodiyayê ket hundir, reqisî û ev yek li Hêrodês û vexwendiyên li ser sifrê rûniştî xweş hat. Hingê padîşah ji keçikê re got: «Tu ji min her çi dixwazî bixwaze, ezê bidim te.»
23
Û wî jê re ji dil sond xwar û got: «Tu ji min her çi bixwazî, ezê bidim te, heta nîvê padîşahiya xwe jî!»
24
Keçik derket û çû ji diya xwe pirsî: «Ez çi bixwazim?» Diya wê jî got: «Serê Yûhennayê imadkar!»
25
Keçik hema bi lez çû ba padîşah û daxwaza xwe jê re got: «Ez dixwazim ku tu niha serê Yûhennayê imadkar li ser sêniyekê bidî min.»
26
Padîşah gelek xemgîn bû. Lê ji ber ku li pêşberî vexwendiyan sond xwaribû, nexwest soza ku daye wê, bişikêne.
27
Padîşah hema celad şand, emir lê kir ku serê Yûhenna bîne. Celad jî çû zîndanê, serê wî jêkir
28
û li ser sêniyekê anî û da keçikê. Wê jî ew bir û da diya xwe.
29
Gava ku şagirtên* Yûhenna ev yek bihîstin, hatin cesedê wî birin û di gorekê de veşartin.
Îsa Pênc Hezar Mirovan Têr Dike 
30
Û Şandî* vegeriyan ba Îsa, her tiştê ku kiribûn û hîn kiribûn ji wî re gotin.
31
Îsa ji wan re got: «Hûn bi serê xwe werin cihekî bêpêjin û piçekî bîhna xwe vedin.» Ji ber ên ku diçûn û dihatin pirr bûn, wan fersend nedidît ku xwarinê jî bixwin.
32
Îcar ew bi serê xwe ketin qeyikekê û çûn cihekî bêpêjin.
33
Lê gelek kesên ku çûna wan dîtin ew nas kirin. Ji hemû bajaran peya bi lez ketin rê û beriya wan gihîştin wir.
34
Çaxê Îsa derket bejê, wî elaleteke mezin dît û dilê wî bi wan şewitî, çimkî mîna miyên bê şivan bûn. Dest pê kir, gelek tişt hînî wan kir.
35
Êdî ji ber ku wext dereng bû, şagirtên* Îsa hatin û jê re gotin: «Ev der cihekî bêpêjin e, wext jî dereng e.
36
Bihêle ku ew herin gund û gundikên der û dorê û ji xwe re tiştên xwarinê bikirrin.»
37
Îsa li wan vegerand û got: «Hûn xwarinê bidin wan!» Şagirtan got: «Ma em herin bi du sed zîvî* nên bikirrin û bi wan bidin xwarin?»
38
Îsa ji wan re got: «Herin binêrin, ka çend nanên we hene.» Gava ku wan zanî, gotin: «Pênc nan û du masî hene.»
39
Wî emir li wan kir ku hemûyan kom bi kom li mêrgê bidin rûniştin.
40
Ew jî ji komên ku ji sed kesî û pêncî kesî pêk hatibûn li erdê rûniştin.
41
Îsa her pênc nan û herdu masî hildan, li ezmên nêrî, şikir kir, nan şikandin û da şagirtên xwe, da ku ew deynin ber elaletê. Û herdu masî jî li hemû elaletê leva* kir.
42
Hemûyan xwar û têr bûn.
43
Ji nan û masiyên ji ber wan mabûn diwanzdeh selik tije parî dan hev.
44
Hejmara yên ku ji wî nanî xwarin pênc hezar mêr bû.
Îsa li ser Avê Rêve Diçe 
45
Gava ku Îsa elalet verêdikir, wî zû pêstûrî li şagirtên xwe kir ku ew li qeyikê siwar bibin û ji beriya wî derbasî aliyê din ê golê, Beytsaydayê bibin.
46
Piştî xatir ji wan xwest, ji bo ku dua bike, çû çiyê.
47
Dema ku bû êvar, qeyik di nava golê de bû û Îsa jî bi serê xwe li perê avê bû.
48
Îsa dît ku şagirt di kişandina bêrikan de gelek zehmet dikişînin, çimkî ba ji hember wan ve dihat. Nêzîkî berbanga sibehê, Îsa li ser golê rêve çû û nêzîkî wan bû. Wî xwest ku di ber wan re derbas bibe,
49
lê gava wan dît ku Îsa li ser golê rêve diçe, wan got qey xeyaletekê dibînin û qîriyan.
50
Çimkî hemûyan jî ew dîtin û bizdiyan. Lê Îsa di cih de bi wan re peyivî û got: «Bi zirav bin! Ez im. Netirsin!»
51
Hingê ew li ba wan, li qeyikê siwar bû û ba rawesta. Şagirt bi carekê şaş man,
52
çimkî wan ew bûyera li ser nên fêm nekiribû; hişê wan giran bûbû.
Îsa di Cênîsartê de Nexweşan Qenc Dike 
53
Gava ew derbasî aliyê din bûn,wan qeyik girêda, ketin bejê û hatin bajarê Cênîsartê.*
54
Ew ji qeyikê peya bûn û xelkê di cih de Îsa nas kir.
55
Xelk bi lez li seranserê herêmê geriya, cihê ku Îsa lê bû hîn bûn û hemû nexweş bi nivînên wan ve anîn.
56
Her cihên ku Îsa diçûyê, bajar be, gund be û gundik be, nexweş li ser meydanan vedizelandin û ji bo ku bi tenê destê xwe li rêşiyên* kirasê wî bidin, lava dikirin. Hemû yên ku destê xwe lê didan, qenc dibûn.