Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Îsa Yekî Cinoyî Qenc Dike
- 1
- Ew derbasî aliyê din ê Gola Celîlê bûn û gihîştin herêma Girasîniyan.
- 2
- Gava ku Îsa ji qeyikê derket, wê gavê ji nav goristanê mirovek rastî wî hat ku bi ruhê nepak ketibû.
- 3
- Ew di nav goran de dijiya û tu kesî nikaribû bi zincîran jî wî girêde;
- 4
- çimkî gelek caran ew bi qeyd û zincîran girêdabûn, lê wî zincîr qetandibûn û qeyd şikandibûn. Tu kesî nikaribû ew zeft bikira.
- 5
- Hergav, bi şev û roj di goristanan de, li serê çiyan diqîriya û xwe bi keviran birîndar dikir.
- 6
- Gava wî Îsa ji dûr ve dît, bi lez hat, jê re çû ser çokan
- 7
- û bi dengekî bilind qîriya û got: «Ya Îsa, Kurê* Xwedayê Herî Berz, ma te çi ji min e? Ji bo xatirê Xwedê, min nede ezabê!»
- 8
- Çimkî Îsa gotibû: «Hey ruhê nepak, ji vî mirovî derkeve!»
- 9
- Îsa jê pirsî: «Navê te çi ye?» Wî jî got: «Navê min Lejyon* e, çimkî em gelek in.»
- 10
- Wî pirr ji Îsa lava kir ku ew wan neşîne derveyî wê herêmê.
- 11
- Û li wir, li pala çiyê garaneke mezin a berazan diçêriya.
- 12
- Ruhên nepak ji Îsa lava kirin û gotin: «Me bişîne nav berazan ku em bikevin nav wan.»
- 13
- Wî jî destûr da wan, ruhên nepak jî derketin û ketin nav berazan. Ew garana ku nêzîkî du hezar beraz bû, wê xwe di kaşê re avêt golê û xeniqî
- 14
- Gavanên berazan reviyan û ev xeber li bajêr û li gundan belav kirin. Û xelk jî hatin ku tiştên bûyî bibînin.
- 15
- Ew hatin ba Îsa û wan ew mirovê ku lejyoneke* cinan tê de bû, bi cil û li ser hişê xwe û rûniştî dîtin. Hingê ew tirsiyan.
- 16
- Yên ev yeka ku ji wî mirovê cinoyî* re hat kirin û tiştê ku bi berazan hat, dîtin, ji xelkê re gotin.
- 17
- Û wan dest pê kir lava ji Îsa kirin ku ew ji herêma wan here.
- 18
- Gava Îsa ket qeyikê, ew mirovê ku cinoyî bû jê lava kir ku bi wî re here.
- 19
- Lê Îsa nehişt û jê re got: «Vegere mala xwe û ji maliyên xwe re bêje ku Xudan* ji bo te çi kir û çawa li te hat rehmê.»
- 20
- Ew jî çû û eva ku Îsa ji bo wî kiribû li herêma Dêkapolîsê* belav kir û her kes şaş ma.
- Vejandina Keçekê û Qencbûna Jinekê
- 21
- Gava Îsa dîsa bi qeyikê derbasî aliyê din bû, elaleteke mezin li dora wî civiya. Ew li perê golê disekinî.
- 22
- Yek ji serekên kinîştê ku navê wî Yayîros bû, hat ba wî. Gava wî Îsa dît, xwe avêt ber lingên wî,
- 23
- jê gelek lava kir û got: «Keçika min a biçûk li ber mirinê ye. Were û destên xwe deyne ser wê, da ku ew qenc bibe û bijî.»
- 24
- Îsa rabû bi wî re çû.
Elaleteke mezin li pey wî diçû û der û dor lê teng dikir. - 25
- Û jinikek li wir hebû ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû.
- 26
- Wê ji destê gelek hekîman* gelek êş kişandibû û hemû hebûna xwe mezaxtibû, dîsa feyde nedîtibû, lê hê xerabtir bûbû.
- 27
- Jinikê tiştên ku li ser Îsa hatibûn gotin, bihîstibû. Di nav elaletê de ji pişt ve hat û destê xwe li kirasê wî da.
- 28
- Çimkî wê di dilê xwe de digot: «Bi tenê ez destê xwe li kirasê wî bidim, ezê qenc bibim.»
- 29
- Û di cih de xwîna ku jê diçû çikiya û jinikê jî ji bedena xwe fêm kir ku ji êşa xwe qenc bû.
- 30
- Îsa di cih de pê hesiya ku hêzek jê çû, di nav elaletê de zivirî û pirsî: «Kê destê xwe li cilên min da?»
- 31
- Şagirtên wî gotin: «Tu dibînî ku elaletê der û dor li te teng kiriye, hê jî tu dibêjî: ‹Kê destê xwe li min da?›»
- 32
- Lê Îsa çav li dora xwe digerand ku bibîne, kê ev kiriye.
- 33
- Jinikê dizanibû ku çi bi wê hatiye kirin, bi tirs û lerz hat û xwe avêt ber lingên wî û hemû rastî got.
- 34
- Îsa ji wê re got: «Keça min, baweriya* te tu qenc kirî. Bi silamet here û ji êşa xwe sax bibe.»
- 35
- Îsa hê dipeyivî, ji mala serekê kinîştê mirov hatin û gotin: «Keçika te mir. Tu çima hê mamoste diwestînî?»
- 36
- Gava Îsa ev bihîst, wî ji serekê kinîştê re got: «Netirse, bi tenê bawer bike!»
- 37
- Wî nehişt ku ji bilî Petrûs, Aqûb* û birayê wî Yûhenna kes li pey wî bê.
- 38
- Çaxê gihîştin mala serekê kinîştê, Îsa dît ku dikin qîjeqîj, digirîn û diqîrin.
- 39
- Gava ew ket hundir, ji wan re got: «Çima hûn dikin qîjeqîj û digirîn? Zarok nemiriye, lê di xew de ye.»
- 40
- Îcar ew pê keniyan.
Lê Îsa hemû derxistin derve, dê û bavê zarokê û her sê şagirtên xwe birin û ket cihê ku zarok lê bû. - 41
- Destê zarokê girt û jê re got: «Talîta qûm!» ku bê wergerandin: «Keçikê, ez ji te re dibêjim: Rabe!»
- 42
- Keçik di cih de rabû û geriya. Ew diwanzdeh salî bû. Îcar ew yekcar şaş man.
- 43
- Îsa hişk li wan emir kir ku vê yekê ji kesî re nebêjin û ji wan re got ku xwarinê bidin keçikê.