Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Qenckirina Mirovekî Desthişkbûyî
- 1
- Îcar Îsa careke din ket kinîştê*. Li wê derê mirovek hebû ku destê wî hişk bûbû.
- 2
- Çavên wan li Îsa bûn, ka ewê roja Şemiyê wî qenc bike, da ku wî sûcdar bikin.
- 3
- Îsa ji mirovê ku destê wî hişk bûbû re got: «Ka rabe, li navendê raweste!»
- 4
- Piştre ji wan re got: «Ma di roja Şemiyê de qencîkirin an xerabîkirin, xilaskirina jiyana mirovekî an kuştin cayîz e?» Lê wan devê xwe girt.
- 5
- Îsa bi hêrs li wan ên ku li hawirdora wî bûn nêrî, ji ber serhişkiya wan xemgîn bû û ji zilam re got: «Destê xwe dirêj bike.» Wî jî dirêj kir û destê wî qenc bû.
- 6
- Fêrisî* derketin derve û di cih de bi alîgirên Hêrodês* re şêwirîn, ka ewê çawa Îsa bidin kuştin.
- Civata li Perê Golê
- 7
- Îsa bi şagirtên* xwe ve xwe da perê golê. Ji Celîlê* elaleteke* mezin li pey wî hat.
- 8
- Gava ku wan kirinên wî bihîstin, ji Cihûstanê*, ji Orşelîmê*, ji Îdûmeyê* û ji aliyê Urdunê, ji herêma Sûr* û Saydayê gelek mirov hatin ba wî.
- 9
- Hingê Îsa ji şagirtên xwe re got ku ji wî re qeyikekê amade bikin, da ku di nav elaletê de neyê dehfandin.
- 10
- Çimkî wî gelek kes qenc kiribûn, wusa ku yên êşên wan hebûn, ji bo ku destê xwe li wî bidin, li wî teng dikirin.
- 11
- Dema ku ruhên nepak ew didîtin, li ber wî deverû xwe davêtin erdê, diqîriyan û digotin: «Tu Kurê* Xwedê yî!»
- 12
- Lê Îsa hişk li wan emir dikir, da ji kesî re nebêjin ku ew kî ye.
- Hilbijartina Her Diwanzdeh Şagirtan
- 13
- Îsa hilkişiya çiyê û kesên ku wî dixwestin gazî ba xwe kirin. Ew jî hatin ba wî.
- 14
- Wî diwanzdeh kes hilbijartin ku bi wî re bimînin û wan bişîne ku Mizgîniyê* bidin, navê wan kir Şandî*
- 15
- û wî desthilatî da wan ku cinan derxin.
- 16
- Diwanzdeh kesên hilbijartî ev in: Şimûn – ku navê wî kir Petrûs* –
- 17
- Aqûbê* Zebedî û birayê wî Yûhenna* – wî navê Boanerces li wan kir, ku tê mana «Kurên Gurîna Ezmên» –
- 18
- Endrawis, Filîpos, Bertolomeyos, Metta*, Tûma, Aqûbê kurê Halfayos, Tedayos, Şimûnê welatparêz
- 19
- û Cihûdayê* Îsxeryotî yê ku Îsa da dest.
- Îsa û Belzebûl
- 20
- Paşê Îsa çû malekê. Dîsa ewqas elalet civiya, wusa ku nikaribûn xwarinê jî bixwin.
- 21
- Dema mirovên wî ev yek bihîstin, derketin ku wî bigirin, çimkî wan digot: «Wî hişê xwe winda kiriye!»
- 22
- Û Şerîetzanên* ku ji Orşelîmê* daketibûn, digotin: «Belzebûl* bi wî re ye. Ew bi destê mîrê cinan, cinan derdixe!»
- 23
- Îsa jî ew gazî ba xwe kirin û bi meselan ji wan re got: «Îblîs* çawa dikare Îblîs derxe?
- 24
- Eger di nav padîşahiyekê de dubendî hebe, ew padîşahî nikare bimîne.
- 25
- Û eger di nav malekê de dubendî hebe, ew mal nikare bimîne.
- 26
- Û eger Îblîs li hember xwe rabe û bi xwe re bikeve dubendiyê, nikare bimîne û êdî dawiya wî hatiye.
- 27
- Lê belê tu kes nikare bikeve mala mêrxasekî û talan bike. Divê pêşî wî mêrxasî girêde û piştre mala wî talan bike.
- 28
- «Bi rastî ez ji we re dibêjim, hemû guneh û çêrên* kurên mirovan wê li wan bên bihûrtin,
- 29
- lê belê kî ku çêrî Ruhê* Pîroz bike, tu caran lê nayê bihûrtin; ew bi gunehê herheyî sûcdar e.»
- 30
- Îsa weha peyivî, çimkî wan digot: «Ruhê nepak bi wî re heye.»
- Dê û Birayên Îsa
- 31
- Dê û birayên Îsa hatin, li derve rawestan, yek şandin pey wî û gazî wî kirin.
- 32
- Elalet li dora wî rûdinişt, îcar jê re gotin: «Va ye, diya te û birayên te li derve ne, li te digerin.»
- 33
- Îsa li wan vegerand û got: «Diya min û birayên min kî ne?»
- 34
- Hingê li kesên li dora xwe rûniştî nêrî û got: «Va ne, diya min û birayên min!
- 35
- Kî ku daxwaza Xwedê bîne cih, birayê min, xwişka min û diya min ew e.»