Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Îsa Felciyekî Qenc Dike 
1
Piştî çend rojan, dema ku Îsa vegeriya Kefernahûmê, hat bihîstin ku ew li mal e.
2
Mirov di malê de wusa pirr civiyabûn ku heta li ber derî jî cih nemabû. Îsa peyva* Xwedê hînî wan dikir.
3
Îcar hin mirov hatin, felciyek ku ji aliyê çar kesan ve dihat hilgirtin anîn ba Îsa.
4
Lê gava ji ber elaletê* rê nedîtin ku nêzîkî wî bibin, wan banê xaniyê ku ew lê dima qul kir û mirovê felcî tevî nivînên wî daxistin jêr.
5
Gava ku Îsa baweriya* wan dît, wî ji yê felcî re got: «Lawo, li gunehên te hat bihûrtin.»
6
Hinek Şerîetzan* li wir rûniştibûn û di dilê xwe de digotin:
7
«Ev mirov çima wusa dibêje? Çêran* dike! Ma ji Xwedê pê ve, kî dikare li gunehan bibihûre?»
8
Îsa jî di cih de bi ruhê xwe bi fikrên wan hesiya û got: «Hûn çima tiştên weha di dilê xwe de dibêjin?
9
Ma kîjan hêsanîtir e? Mirov ji yê felcî re bêje: ‹Li gunehên te hat bihûrtin› an bêje: ‹Rabe, nivînên xwe hilîne û rêve here›?
10
Lê ji bo hûn bizanin ku desthilatiya Kurê* Mirov heye ku li ser erdê li gunehan bibihûre…»
11
ji yê felcî re got: «Ez ji te re dibêjim: Rabe, nivînên xwe hilîne û here mala xwe.»
12
Zilam jî rabû, di cih de nivînên xwe hilanîn û li ber hemûyan derket û çû. Hemû jî heyirî man, pesnê Xwedê dan û gotin: «Me tiştekî wusa tu caran nedîtiye!»
Îsa Gazî Lêwî Dike 
13
Îsa careke din çû perê golê. Hemû elalet* dihat ba wî û wî jî ew hîn dikirin.
14
Çaxê ku Îsa derbas dibû, Lêwiyê* kurê Halfayos li cihê bacxanê rûniştî dît û jê re got: «Li pey min were.» Ew jî rabû û li pey wî çû.
15
Gava ku Îsa li mala Lêwî li ser xwarinê bû, gelek bacgir* û gunehkar tevî wî û şagirtên* wî li ser sifrê rûdiniştin, çimkî yên li pey wî diçûn gelek bûn.
16
Şerîetzanên* ku Fêrisî* bûn, dema ku Îsa bi bacgir û gunehkaran re li ser sifrê dîtin, ji şagirtên wî pirsîn: «Çima ew bi bacgir û gunehkaran re xwarinê dixwe?»
17
Gava ku Îsa ev bihîst, ji wan re got: «Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm* in. Ez nehatime gazî yên rast bikim, lê ez hatime gazî yên gunehkar bikim.»
Pirsa Rojîgirtinê 
18
Şagirtên* Yûhenna û Fêrisî bi rojî bûn. Hinek hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Çima şagirtên Yûhenna û yên Fêrisiyan rojiyê digirin, lê şagirtên te rojiyê nagirin?»
19
Îsa ji wan re got: «Heta zava bi wan re be, ma dibe ku xelkê dawetê rojiyê bigirin? Heta zava bi wan re be, ew nikarin rojiyê bigirin!
20
Lê rojên ku zava ji wan bê standin wê bên. Hingê, wê rojê, ewê rojiyê bigirin.
21
«Tu kes bi perçê qumaşê ku neçûye hev cilê kevin pîne nake. Eger bike, pînê nû ji cilê kevin diqete û cihê qetiyayî hê xerabtir dibe.
22
Û tu kes şeraba nû naxe meşkên kevin. Eger bixeyê, şerab wê meşkan bidirîne, hem şerab ziyan dibe, hem jî meşk. Na, şeraba nû dixin meşkên nû.»
Pirsa Roja Şemiyê 
23
Îsa rojeke* Şemiyê di nav dexlan re dibihûrî. Çaxê şagirtên* wî rêve diçûn, dest pê kirin, simbilên genim çinîn.
24
Fêrisiyan* ji Îsa re got: «Binêre! Çima şagirtên te tiştê ku roja* Şemiyê nabe dikin?»
25
Îsa li wan vegerand û got: «Ma we nexwendiye ku Dawid* û yên pê re gava birçî bûn û hewcedariya wan hebû, wî çi kir?
26
Di dema Evyatarê Serokkahîn de ew ket Mala* Xwedê û nanê* pêşberiyê xwar, ku xwarina wî nanî ji bilî kahînan* ji kesî din re çênabe. Bi ser de jî, Dawid nan da yên bi xwe re.»[a]
27
Hingê Îsa ji wan re got: «Roja Şemiyê ji bo mirovan hat danîn, ne ku mirov ji bo roja Şemiyê!
28
Bi vî awayî Kurê* Mirov Xudanê roja* Şemiyê ye jî.»
  1. a. 2:26 Qanûna Kahîntiyê 24:9; Samûêl I, 21:1-6