Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Rabûna Îsa ya ji nav Miriyan 
1
Piştî ku roja* Şemiyê derbas bû, Meryema* Mejdelanî, Meryema* diya Aqûb tevî Seloma çûn giyayên bîhnxweş kirrîn, da ku herin, rûn li cesedê Îsa bidin.
2
Roja heftiyê ya pêşî, serê sibê zû, çaxê roj hilat ew hatin ser gorê.
3
Wan ji hev re digot: «Kî wê ji bo me wî kevirê ku li ser deriyê gorê ye gêr bike?»
4
Û gava ku li jorê nêrîn, dîtin ku kevir ji cihê xwe hatiye gêrkirin. Kevir gelek mezin bû.
5
Çaxê ku ketin hundirê gorê, dîtin ku li aliyê rastê xortekî xiftanê spî wergirtî rûdine. Jin gelek şaş man.
6
Wî jî ji wan re got: «Şaş nemînin! Hûn li Îsayê Nisretî yê ku hatibû xaçkirin digerin. Ew rabûye! Ew ne li vir e. Va ye cihê ku ew lê dirêjkirî bû.
7
Lê hûn herin, ji şagirtên wî re û ji Petrûs re bêjin: ‹Wek ku ji we re gotiye ewê beriya we here Celîlê, hûnê li wir wî bibînin.›»
8
Jin jî derketin û ji gorê reviyan, çimkî şaş mabûn û dilerizîn. Ji kesî re jî tiştek negotin. Çimkî tirs ketibû dilê wan.
Îsa Xwe Nîşanî Şagirtên Xwe Dike 
9
Îcar çaxê Îsa roja pêşî ya heftiyê sibê zû rabû, wî pêşî xwe nîşanî Meryema Mejdelanî da, ya ku heft cin jê derxistibûn.
10
Ew jî çû, xeber da wan ên ku bi Îsa re mabûn, ew ên ku şîn digirtin û digiriyan.
11
Lê gava wan bihîst ku Îsa dijî û xwe nîşanî Meryemê daye, bawer nekirin.
12
Piştî van tiştan wî xwe bi awayekî din nîşanî diduyan ji wan da ku diçûn çolê.
13
Ew jî çûn xeber dan ên din. Lê ji wan jî bawer nekirin.
Îsa Xwe Nîşanî Yanzdeh Şagirtan Dide û Wan Dişîne 
14
Paşê Îsa xwe nîşanî yanzdehan da, çaxê ku ew li ser sifrê rûniştibûn. Wî ji ber bêbawerî û serhişkiya wan li wan hilat. Çimkî wan ji yên ku ew rabûyî dîtibûn, bawer nekiribû.
15
Û wî ji wan re got: «Herin her çar aliyên dinyayê û Mizgîniyê li hemû afirînê bidin bihîstin.
16
Yê ku baweriyê bîne û bê imadkirin* wê xilas bibe, lê yê ku baweriyê neyne wê sûcdar bê derxistin.
17
Û ev nîşanên ha wê bi yên ku baweriyê tînin re bin: Bi navê min wê cinan derxin, wê bi zimanên nû bipeyivin,
18
wê maran bi destê xwe bigirin û eger ew tiştên bi jehr jî vexwin, qet ziyanê nabînin. Ewê destê xwe deynin ser nexweşan û nexweş wê qenc bibin.»
Îsa Hildikişe Ezmanan 
19
Îcar piştî ku Xudan Îsa bi wan re peyivî, hilkişiya ezmên û li milê Xwedê yê rastê rûnişt.
20
Şagirt jî çûn, li her cihî Mizgînî dan bihîstin. Xudan jî bi wan re dixebitî û bi wan nîşanên ku di pey de dihatin peyv rast derdianî.[a] Çend keramet û meseleyên Îsa hene ku bi tenê Lûqa ser van nivîsiye. Ew gelek girîng in; bo mînak: «Mesela Sameriyê dilpak» û «Mesela kurê windabûyî».
  1. a. 16:20 Di hin destnivîsaran de ayetên 9-20 tune.