Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Îsa li ber Dîwana Pîlatos
- 1
- Serê sibê zû serekên kahînan bi rihspî, Şerîetzan û hemû civîna giregiran re şêwirîn. Îsa girêdan û birin, dan destê Pîlatos.
- 2
- Pîlatos ji wî pirsî û got: «Ma tu padîşahê Cihûyan î?» Îsa bersîv da û got: «Erê, wek ku te got.»
- 3
- Serekên kahînan bi gelek tiştan ew sûcdar kirin.
- 4
- Pîlatos dîsa ji wî pirsî û got: «Ma tu qet bersîvê nadî? Binêre ku çiqas giliyê te dikin!»
- 5
- Lê Îsa êdî tu bersîv neda wî, wusa ku Pîlatos şaş ma.
- Biryara Kuştina Îsa
- 6
- Îcar adet bû ku di her Cejna Derbasbûnê de walî girtiyekî ku gel dixwest berde.
- 7
- Di nav serhildêrên ku di serhildanê de mêr kuştibûn, girtiyek bi navê Barabas hebû.
- 8
- Û elalet derket pêşberî walî, jê xwestin ku li gor adeta xwe ji wan re bike.
- 9
- Pîlatos jî ji wan re got: «Ma hûn dixwazin ku ez ji bo we padîşahê Cihûyan berdim?»
- 10
- Çimkî wî dizanibû ku serekên kahînan ji ber çavnebariyê Îsa dane destê wî.
- 11
- Lê serekên kahînan nav di elaletê dan ku bixwazin Barabas ji bo wan bê berdan.
- 12
- Pîlatos dîsa ji wan pirsî: «Nexwe hûn dixwazin ez çi bi wî kesî bikim ê ku hûn jê re padîşahê Cihûyan dibêjin?»
- 13
- Ew qîriyan û gotin: «Wî xaç bike!»
- 14
- Pîlatos ji wan pirsî: «Çima? Wî çi xerabî kiriye?» Lê ew hê bêtir qîriyan: «Wî xaç bike!»
- 15
- Pîlatos xwest ku elaletê razî bike û Barabas ji wan re berda. Û Îsa da ber qamçiyan û da destê wan, da ku bê xaçkirin.
- Leşker Tinazên Xwe bi Îsa Dikin
- 16
- Hingê leşkeran ew bir hundirê qesrê, yanî hewşa qesra walî û hemû tabûra* leşkeran li ser civandin.
- 17
- Xiftanekî binefşî lê kirin û tacek ji stiriyan honandî danîn ser serê wî.
- 18
- Dest pê kirin silav danê û gotin: «Bijî padîşahê Cihûyan!»
- 19
- Bi çîtikekê li serê wî xistin, tif kirin wî, çûn ser çokan û li ber wî xwe tewandin.
- 20
- Piştî ku tinazên xwe pê kirin, cilê binefşî jê kirin, cilên wî lê kirin û birin derve ku wî xaç bikin.
- Xaçkirina Îsa
- 21
- Şimûnê ji Kûrênê – ku bavê Skender û Rûfos bû – ji zeviya xwe vedigeriya û di wir re derbas dibû. Leşkeran bi zorê xaça Îsa bi wî dan hilgirtin.
- 22
- Îsa anîn wî cihê ku jê re ‹Golgota› digotin, ku bê wergerandin: «Qoqê Serî».
- 23
- Şerab û mur* tevlihevkirî danê, lê wî venexwar.
- 24
- Îsa xaçkirin û cilên wî bi pişk li xwe leva* kirin, ka wê kî çi bistîne.[a]
- 25
- Û saet di nehê sibê de ew xaç kirin.
- 26
- Nivîsa ku ew pê sûcdar dikirin weha bû: «PADÎŞAHÊ CIHÛYAN.»
- 27
- -28 Bi wî re du rêbir* jî xaçkirin; yek li milê wî yê rastê, yê din li milê wî yê çepê.[b]
- 29
- Yên ku di wir re derbas dibûn, serê xwe dihejandin, Îsa şermezar dikirin û digotin: «Ka teyê Perestgeh hilweşanda û di sê rojan de ava bikira!
- 30
- Ji xaçê were xwarê û xwe xilas bike!»
- 31
- Bi vî awayî serekên kahînan û Şerîetzan jî di nav xwe de bi tinaz dipeyivîn û digotin: «Yên din xilas kirin, lê nikare xwe xilas bike!
- 32
- Bila niha padîşahê Îsraêlê Mesîh ji xaçê bê xwarê, da ku em bibînin û bawer bikin.» Yên bi wî re hatibûn xaçkirin jî ew şermezar dikirin.
- Mirina Îsa
- 33
- Piştî nîvro saet ji diwanzdehan heta saet sisiyan tarî ket ser seranserê welêt.
- 34
- Û saet di sisiyan de Îsa bi dengekî bilind qîriya: «Êloyî, Êloyî, lama sabaxtanî?»[c] ku bê wergerandin: «Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?»
- 35
- Gava hin ji yên ku li wir bûn ev bihîstin, gotin: «Binêrin, ew gazî Êlyas* dike.»
- 36
- Yek ji wan bi lez çû avgirek* hilda, bi sihikê tije kir, bi çîtikekê ve danî û dirêjî Îsa kir ku vexwe. Û got: «Bihêlin, em bibînin, ka Êlyas wê bê ku wî bîne xwarê?»
- 37
- Îsa bi dengekî bilind qîriya û ruhê xwe da.
- 38
- Hingê perda Perestgehê ji serî heta binî çiriya û bû du perçe.
- 39
- Sersedê* ku li pêşberî Îsa rawesta bû, gava dît ku Îsa çawa ruhê xwe da, got: «Bi rastî jî, ev mirov Kurê* Xwedê bû!»
- 40
- Jinên ku ji dûr ve li vê yekê temaşe dikirin hebûn. Meryema Mejdelanî*, Meryema* diya Yûsês û Aqûbê ciwan û herweha Seloma jî di nav wan de bûn.
- 41
- Dema ku Îsa li Celîlê bû, li pey wî diçûn û jê re xizmet dikirin. Ji van pê ve, gelek jinên din jî li wir hebûn ku bi Îsa re hatibûn Orşelîmê.
- Veşartina Îsa
- 42
- Roja* Amadekirinê, yanî roja beriya Şemiyê bû. Îcar gava bû êvar,
- 43
- Ûsivê Arîmetyayî hat ê ku endamekî civîna* giregiran ê bi rûmet bû. Ew bi xwe jî li hêviya Padîşahiya Xwedê bû. Wî wêrî û çû ba Pîlatos, cesedê Îsa jê xwest.
- 44
- Gava Pîlatos bihîst ku Îsa ji xwe miriye, şaş ma. Gazî sersed* kir û jê pirsî: «Ma gelek wext di ser mirina wî re derbas bûye?»
- 45
- Gava ji sersed hîn bû, cesed da Ûsiv.
- 46
- Wî cawekî keten kirrî, cesed anî xwarê, bi caw pêça û di goreke ku di latê de hatibû kolan de veşart. Kevirek gêr kir ser deriyê gorê.
- 47
- Meryema Mejdelanî û Meryema diya Yûsês dîtin ku ew li ku derê hat veşartin.
- a. 15:24 Zebûr 22:18
- b. 15:27 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Bi vî awayî Nivîsara Pîroz hat cih, ku dibêje: Ew bi xerabkaran re hat hesabkirin.»
- c. 15:34 Ji: Zebûr 22:1