Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Yê Mezin Kî Ye?
- 1
- Wê gavê şagirt hatin ba Îsa û jê pirsîn: «Di Padîşahiya Ezmanan de yê herî mezin kî ye?»
- 2
- Wî gazî zarokekî kir, di nav wan de da rawestandin
- 3
- û got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku hûn venegirin û nebin wek zarokan, hûn tu caran nakevin Padîşahiya Ezmanan.
- 4
- Loma, kî xwe wek vî zarokî nizim bike, di Padîşahiya Ezmanan de yê herî mezin ew e.
- 5
- Û kî ku zarokekî weha bi navê min qebûl bike, ew min qebûl dike.
- 6
- Lê kî ku yekî ji van biçûkên ku bawerî bi min anîne ji rê derxe, ji bo wî çêtir e ku beraşekî mezin bi stûyê wî ve bê daleqandin û bikeve binê deryayê.
- Jirêderketin
- 7
- «Ji ber tiştên ku mirov ji rê derxin, wey li serê dinyayê! Nabe ku ev sedem neyên, lê belê wey li wî mirovê ku ew sedem bi destê wî bên.
- 8
- Eger destê te an lingê te, te bixe guneh, wî jêke û ji xwe bavêje. Ji bo te çêtir e ku tu bê dest an bê ling bikevî jiyanê, ne ku tu bi herdu dest û bi herdu lingên xwe ve bêyî avêtin nav agirê herheyî.
- 9
- Û eger çavê te, te bixe guneh, wî derxe û ji xwe bavêje. Ji bo te çêtir e ku tu bi çavekî bikevî jiyanê, ne ku bi herdu çavan ve tu bêyî avêtin nav agirê dojehê*.
- Mesela Miya Windabûyî
- 10
- -11 «Hay jê hebin, yekî ji van biçûkan kêm nebînin. Çimkî ez ji we re dibêjim ku milyaketên wan li ezmanan hergav li rûyê Bavê min ê li ezmanan dinêrin.[a]
- 12
- «Gelo hûn çawa dibînin? Eger sed miyên mirovekî hebin û yek ji wan riya xwe winda bike, ma ew not û nehan li çiyê nahêle û naçe li ya windabûyî nagere?
- 13
- Û eger wê bibîne, bi rastî ez ji we re dibêjim, ewê ji wan not û nehên ku riya xwe winda nekirine bêtir bi wê şa bibe.
- 14
- Bi vî awayî Bavê we yê li ezmanan jî naxwaze ku yek ji van biçûkan winda bibe.
- Birayê ku Gunehan Dike
- 15
- «Eger birayê te li hember te guneh bike, here û gava ku hûn herdu bi tenê ne, sûcê wî nîşanî wî bide. Eger ew guhdariya te bike, te birayê xwe kar kir.
- 16
- Lê eger ew guhdariya te neke, kesek an du kesên din jî bi xwe re bibe, ‹da ku her gotin bi devê dido an sê şahidan rast derkeve.›[b]
- 17
- Lê eger ew nexwaze guhdariya wan jî bike, ji civîna* bawermendan re bêje. Îcar, eger ew nexwaze guhdariya civîna bawermendan jî bike, bila êdî ew ji bo te bibe wek yekî pûtperest û bacgir.
- 18
- «Bi rastî ez ji we re dibêjim, hûn çi li ser rûyê erdê girêdin, ewê li ezmên jî bê girêdan. Û hûn çi li ser rûyê erdê vekin, ewê li ezmên jî bê vekirin.
- 19
- Careke din bi rastî ez ji we re dibêjim, eger dido ji we li ser rûyê erdê, li ser her tiştê ku bixwazin, bibin yek, ewê ji aliyê Bavê min ê li ezmanan ve ji wan re çêbe.
- 20
- Çimkî li ku derê dido an sisê bi navê min bên ba hev, li wir ez jî di nav wan de me.»
- Mesela Xulamê Bêrehm
- 21
- Hingê Petrûs hat ba Îsa û jê re got: «Ya Xudan, gava ku birayê min li hember min guneh bike, divê ez çend caran li wî bibihûrim? Ma heta heft caran?»
- 22
- Îsa bersîva wî da: «Ez ji te re dibêjim, ne heta heft caran, lê heta heftê caran heft.[c]
- 23
- Çimkî Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Padîşahek hebû ku xwest bi xulamên xwe re li hesab binêre.
- 24
- Gava ku padîşah dest bi hesab kir, yekî ku bi deh hezar telant* deyndarê wî bû, anîn ba wî.[d]
- 25
- Ji ber ku nikaribû deynê xwe bide, axayê wî emir kir ku ew, jina wî, zarokên wî û hemû malê wî bên firotin û deynê wî bê dayîn.
- 26
- Xulam xwe avêt ber lingên wî, jê lava kir û got: ‹Li min sebir bike, ezê hemû deynê xwe bidim.›
- 27
- Dilê axa bi wî şewitî, ew berda û li deynê wî jî bihûrt.
- 28
- «Lê gava ku xulam derket derve, wî hevalekî xwe yê xulam dît ku bi sed zîvî* deyndarê wî bû. Wî destê xwe avêt qirika wî û got: ‹Deynê min ê ku li te ye bide.›[e]
- 29
- Hevalê wî yê xulam xwe avêt ber lingên wî û jê lava kir û got: ‹Li min sebir bike, ezê deynê xwe bidim.›
- 30
- Lê wî nexwest, çû û ew avêt zîndanê heta ku wî deynê xwe bide.
- 31
- «Gava ku hevalên wî yên xulam ev yek dîtin, gelek xemgirtî bûn, rabûn çûn ba axayê xwe û hemû tiştên bûyî jê re gotin.
- 32
- Hingê axa xulam gazî ba xwe kir û jê re got: ‹Hey xulamê xerab! Ji ber ku te ji min lava kir, ez li hemû deynê te bihûrîm.
- 33
- Wek ku ez li te hatim rehmê, ma ne diviya ku tu jî li hevalê xwe yê xulam bihatayî rehmê?›
- 34
- Axayê wî hêrs bû û ew da destê cefakeran, heta ku ew hemû deynê xwe bide.
- 35
- «Eger her yek ji we ji dil li birayê xwe nebihûre, Bavê min ê li ezmên jî wê bi vî awayî li we bike.»
- a. 18:10-11 Di hin destnivîsaran de ev jî heye: «Ji ber ku Kurê Mirov hat, da ku yê windabûyî xilas bike.»
- b. 18:16 Ji: Dubarekirina Şerîetê 19:15
- c. 18:22 Wusa jî tê fêmkirin: «lê heta heftê û heft caran».
- d. 18:24 Qîmeta telantekê heqê palekî ji bo panzdeh sala zêdetir bû.
- e. 18:28 Zîvek bi qasî heqê roja palekî bû.