Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Adetên Bav û Kalan
- 1
- Hingê ji Orşelîmê* hinek Fêrisî û Şerîetzan hatin ba Îsa û jê pirsîn:
- 2
- «Ma çima şagirtên te adetên bav û kalan dişikênin? Beriya xwarinê ew destên xwe naşon!»
- 3
- Îsa li wan vegerand û got: «Îcar hûn jî çima ji bo adetên xwe emrê Xwedê dişikênin?
- 4
- Çimkî Xwedê gotiye: ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire›[a] û ‹Yê ku tiştê xerab ji dê û bavê xwe re bêje, divê bê kuştin.›[b]
- 5
- Lê hûn dibêjin: ‹Eger yek ji dê an jî ji bavê xwe re bêje: Ew alîkariya ku wê ji min bigihîşta te, ji Xwedê re hatiye dayîn,
- 6
- êdî ew ne mecbûr e ku qedrê bavê xwe bigire.› Bi vî awayî we ji bo adetên xwe peyva Xwedê rakir.
- 7
- Hey durûno! Îşaya li ser we rast pêxemberîtî kiriye:
- 8
- ‹Ev gel bi devê xwe rûmetê dide min
Lê dilê wan ji min dûr e. - 9
- Bi pûçîtî diperizin min,
Di hîndariya xwe de,
Emrên mirovan hîn dikin.› »[c] - Tiştên ku Mirov Murdar Dikin
- 10
- Îsa elalet gazî ba xwe kir û ji wan re got: «Guh bidinê û fêm bikin.
- 11
- Tiştê ku di dev re diçe hundirê mirov, wî murdar neke, lê tiştê ji dev dertê, ew mirov murdar* dike.»
- 12
- Hingê şagirt nêzîkî wî bûn û jê pirsîn: «Ma tu dizanî gava ku Fêrisiyan ev bihîst, enirîn?»
- 13
- Îsa li wan vegerand: «Her şitilê ku Bavê min ê li ezmanan neçandiye, ewê ji ra* ve bê rakirin.
- 14
- Dev ji wan berdin! Ew kor in, rêberên koran in. Eger kor rêberiya yê kor bike, herdu jî wê bikevin çalê.»
- 15
- Hingê Petrûs jê re got: «Mana vê meselê ji me re bêje.»
- 16
- Îsa ji wan pirsî: «Ma hûn jî hê fêmkor in?
- 17
- Ma hûn fêm nakin her tiştê ku dikeve dev, diçe zik û ji wê derê dertê derve?
- 18
- Lê tiştên ku ji dev derdikevin, ji dil tên û ew mirov murdar* dikin.
- 19
- Çimkî fikrên xerab, kuştin, zîna, fuhûşî, dizî, şahidiya derewîn û çêr* ji dil dertên.
- 20
- Tiştên ku mirov murdar dikin ev in, lê xwarina bi destê neşuştî mirov murdar nake.»
- Baweriya Jinika Kenanî
- 21
- Îsa ji wê derê derket û xwe da aliyê herêma Sûr* û Saydayê.
- 22
- Jineke Kenanî ya* ku ji wê herêmê bû hat ba wî, gazî kir û got: «Ya Xudan, Kurê* Dawid, li min were rehmê! Keça min ji destê cinan êşeke mezin dikişîne.»
- 23
- Lê wî tu peyv jê re negot. Hingê şagirtên wî nêzîkî wî bûn û hêvî kirin: «Wê bişîne bila here, çimkî li pey me tê, dike qîrîn.»
- 24
- Îsa bersîv da û got: «Ez tenê ji bo miyên windabûyî yên mala Îsraêl hatime şandin.»
- 25
- Lê jinik nêzîk bû, xwe avêt lingên wî û got: «Ya Xudan, alîkariya min bike!»
- 26
- Wî lê vegerand û got: «Ne rast e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikan.»
- 27
- Wê got: «Erê ya Xudan, lê kûçik jî hûrikên ku ji ber xwediyên wan dikevin erdê, dixwin.»
- 28
- Hingê Îsa got: «Ya sitiyê, baweriya* te xurt e! Bila wek ku tu dixwazî ji te re bibe.» Ji wê gavê ve keça wê qenc bû.
- Îsa Gelek Mirovan Qenc Dike
- 29
- Îsa ji wê derê derket û hat ber Gola Celîlê. Ew hilkişiya çiyayekî û li wir rûnişt.
- 30
- Elaleteke mezin hat ba wî. Bi xwe re şil û şeht*, kor, seqet, kerr û lal û gelek nexweşên din anîn û ew li ber lingên wî dirêj kirin û wî ew qenc kirin.
- 31
- Gava ku elaletê dît lal dipeyivin, seqet sax dibin, şil û şeht rêve diçin û kor dibînin, şaş man û pesnê Xwedayê Îsraêl dan.
- Îsa Çar Hezar Mirovan Têr Dike
- 32
- Îsa şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û got: «Dilê min bi vê elaletê dişewite, ev sê roj e ku ew bi min re ne û tiştekî wan tune ku ew bixwin. Ez naxwazim ku wan birçî bişînim, da ku di rê de dilê wan nebihûre!»
- 33
- Hingê şagirtên wî bersîv dan: «Li vê çolê emê ji ku derê evqas nan bînin ku vê elaletê têr bikin?»
- 34
- Îsa ji wan pirsî: «Ma çend nanên we hene?» Wan got: «Heft nan û çend masiyên me yên biçûk hene.»
- 35
- Wî li elaletê emir kir ku li erdê rûnin.
- 36
- Hingê wî heft nan û masî hildan, şikir kir, ew şikandin, dan şagirtan û wan jî dan elaletê.
- 37
- Hemûyan xwar û ew têr bûn. Piştre wan heft selik pariyên bermayî dan hev.
- 38
- Hejmara yên ku xwaribûn jî, ji bilî jin û zarokan çar hezar mêr bû.
- 39
- Piştî ku Îsa elalet verê kir, li qeyikê siwar bû û çû herêma Megedanê.
- a. 15:4 Ji: Derketin 20:12; Dubarekirina Şerîetê 5:16
- b. 15:4 Ji: Derketin 21:17
- c. 15:8-9 Ji: Îşaya 29:13