Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Kuştina Yûhennayê Imadkar
- 1
- Di wî wextî de Mîr Hêrodês* nav û dengê Îsa bihîst
- 2
- û ji xulamên xwe re got: «Ev Yûhennayê* imadkar e, ji nav miriyan rabûye. Ji ber vê yekê ev karên hêzdar bi destê wî tên kirin.»
- 3
- Çimkî Hêrodês ji ber Hêrodiya jina birayê xwe Filîpos, Yûhenna girtibû û ew avêtibû zîndanê.
- 4
- Ji ber ku Yûhenna ji wî re digot: «Nabe ku tu jinbira xwe bînî.»
- 5
- Loma Hêrodês dixwest ku wî bikuje, lê ji xelkê ditirsiya. Çimkî wan ew pêxember hesab dikirin.
- 6
- Îcar di rojbûyîna Hêrodês de keça Hêrodiyayê li ber vexwendiyan reqisî. Ev yek li Hêrodês gelek xweş hat
- 7
- û wî soz da û sond xwar ku keçik her çi jê bixwaze, ewê bide wê.
- 8
- Keçika ku ji aliyê diya xwe ve hatibû şîretkirin, ji Hêrodês re got: «Serê Yûhennayê* imadkar, li vir li ser sêniyekê bide min.»
- 9
- Padîşah xemgirtî bû, lê ji ber sonda xwe û ji ber ên ku bi wî re li ser sifrê rûniştibûn, wî emir kir ku daxwaza wê bê cih.
- 10
- Wî şand û di zîndanê de serê Yûhennayê imadkar da jêkirin.
- 11
- Serê wî li ser sêniyekê anîn û dan keçikê. Wê jî ew ji diya xwe re bir.
- 12
- Hingê şagirtên Yûhenna hatin, cesedê wî birin û ew veşartin. Paşê çûn û ji Îsa re gotin.
- Îsa Pênc Hezar Mirov Têr Dike
- 13
- Gava Îsa ev yek bihîst, ji wê derê bi serê xwe ket qeyikekê û xwe da cihekî bêpêjin. Lê gava elaletê ev yek bihîst, bi peyatî ji bajaran li pey wî çûn.
- 14
- Çaxê Îsa derket bejê, wî elaleteke mezin dît û dilê wî bi wan şewitî û nexweşên wan qenc kirin.
- 15
- Dema ku bû êvar, şagirtên wî hatin ba wî û jê re gotin: «Ev der cihekî bêpêjin e û wext jî êdî dereng e. Destûra elaletê bide, da ku herin gundan û ji xwe re xwarinê bikirrin.»
- 16
- Lê Îsa ji wan re got: «Ne hewce ye ku ew herin. Hûn xwarinê bidin wan!»
- 17
- Şagirtan bersîv da û gotin: «Li vir bi tenê pênc nan û du masiyên me hene.»
- 18
- Wî got: «Wan bînin vir ba min.»
- 19
- Û wî emir li hemû elaletê kir ku li ser giyê rûnin. Hingê wî her pênc nan û herdu masî hildan, li ezmên nêrî, şikir kir û nan şikandin. Wî ew dan şagirtên xwe û şagirtan jî ew li xelkê belav kirin.
- 20
- Hemûyan xwar û têr bûn. Wan diwanzdeh selik pariyên ku zêde mabûn dan hev.
- 21
- Hejmara yên ku xwarin, ji bilî jin û zarokan, li dora pênc hezar mêr bû.
- Îsa li ser Avê Rêve Diçe
- 22
- Gava ku Îsa elalet verê dikir, wî zû pêştûrî li şagirtên xwe kir ku ew li qeyikê siwar bibin û ji beriya wî derbasî aliyê din ê golê bibin.
- 23
- Piştî ku wî elalet verê kir, hingê bi serê xwe hilkişiya çiyê, da ku dua bike. Dema ku bû êvar, ew li wir bi tenê bû.
- 24
- Di wê navê de qeyik ji bejê gelek dûr ketibû û ber pêlan diket, çimkî ba ji hember wan ve dihat.
- 25
- Nêzîkî berbanga sibehê Îsa li ser golê rêve çû û nêzîkî şagirtan bû.
- 26
- Gava wan dît ku ew li ser golê rêve diçe, bizdiyan û ji tirsan kirin qîrîn û gotin: «Ev xeyalet e!»
- 27
- Lê Îsa di cih de bi wan re peyivî û got: «Bi zirav bin! Ez im. Netirsin!»
- 28
- Petrûs lê vegerand û got: «Ya Xudan, eger tu yî, emir bide ku ez li ser avê bêm ba te.»
- 29
- Wî got: «Were!» Hingê Petrûs jî ji qeyikê peya bû, li ser avê rêve çû û ber bi Îsa ve hat.
- 30
- Lê çaxê dît ku bager xurt bû, tirsiya û xewirî* nav avê, qîriya û got: «Ya Xudan, min xilas bike!»
- 31
- Îsa di cih de destê xwe dirêj kir, ew girt û jê re got: «Ey kêmîmano! Tu çima dudilî bûyî?»
- 32
- Dema ku ew hilkişiyan qeyikê, ba rawesta.
- 33
- Hingê yên ku di qeyikê de bûn, perizîn* wî û gotin: «Bi rastî tu Kurê* Xwedê yî.»
- Îsa li Cênîsartê Nexweşan Qenc Dike
- 34
- Gava ew derbasî aliyê din bûn, ketin bejê û hatin bajarê Cênîsartê*.
- 35
- Çaxê mirovên wî cihî Îsa nas kirin, wan xeber şand wan der û doran û xelkê hemû nexweşên xwe anîn ba wî
- 36
- û ji bo ku destê xwe li rêşiyên* kirasê wî bidin lava dikirin. Hemû yên ku destê xwe lê dan qenc bûn.