Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Îsa û Yûhennayê Imadkar
- 1
- Çaxê ku Îsa tembîhkirina li her diwanzdeh şagirtên xwe xilas kir, ew ji wir çû bajarên wan, da ku hîn bike û Mizgîniyê bide.
- 2
- Gava Yûhenna di girtîgehê de bihîst ku Mesîh çi dike, wî şagirtên xwe şandin ba wî
- 3
- ku ji wî bipirsin: «Ma yê ku wê bihata tu yî, an divê em li benda yekî din bimînin?»
- 4
- Îsa li wan vegerand û got: «Herin tiştên ku hûn dibihîzin û dibînin ji Yûhenna re bêjin:
- 5
- Kor dibînin, şil û şeht* rêve diçin, kotî paqij dibin, kerr dibihîzin, mirî radibin û Mizgînî ji belengazan re tê dayîn.
- 6
- Xwezî bi wî yê ku ji min neenire.»
- 7
- Gava ku şagirtên Yûhenna diçûn, Îsa dest pê kir û ji elaletê re li ser Yûhenna peyivî û got: «Hûn derketin çolê, da ku hûn çi bibînin? Ma çîtikeke ku li ber bayê diheje?
- 8
- Nexwe, hûn çûn ku çi bibînin? Ma mirovekî ku cilên nermîn li xwe kirine? Ew ên ku cilên nermîn li xwe dikin di qesrên padîşahan de ne.
- 9
- Nexwe hûn derketin ku çi bibînin? Ma pêxemberekî? Erê, ez ji we re dibêjim ji pêxemberekî hê zêdetir.
- 10
- Ev ew e yê ku li ser hatiye nivîsîn:
‹Va ye, ez qasidê xwe di pêşiya te de dişînim,
Ewê li pêşiya te riya te amade bike.›[a] - 11
- Bi rastî ez ji we re dibêjim, di nav wan ên ku ji jinan çêbûn de, yekî ji Yûhennayê* imadkar mezintir derneketiye. Lê di Padîşahiya Ezmanan de yê herî biçûk ji wî mezintir e.
- 12
- Ji roja Yûhennayê* imadkar û heta niha, zor li Padîşahiya Ezmanan tê kirin û yên zordar wê bi dest dixin.
- 13
- Çimkî hemû pêxemberan û Şerîetê heta dema Yûhenna pêxemberîtî kirin.
- 14
- Û eger hûn dixwazin vê yekê qebûl bikin, Êlyasê* ku diviya bihata ew e.[b]
- 15
- Yê ku guhên wî hene bila bibihîze.
- 16
- «Îcar ez vî nifşî* bimînînim çi? Ew mîna wan zarokan in ku li meydanan rûniştine û gazî hevdû dikin
- 17
- û dibêjin:
‹Me ji bo we li bilûrê xist û hûn nereqisîn.
Me avêt ser miriyan û we şîn negirt.› - 18
- Çimkî Yûhenna hat, ne dixwar û ne jî şerab vedixwar, lê ew dibêjin: ‹Ew bi cinan ketiye.›
- 19
- Kurê* Mirov hat, dixwe û vedixwe, îcar dibêjin: ‹Va ye xwera û serxweş, dostê bacgir* û gunehkaran. Lê şehrezayî bi kirinên xwe rast tê dîtin.›»
- Bajarên Bêbawerî
- 20
- Hingê Îsa dest pê kir li wan bajaran hilat*, ku di wan de gelek ji kerametên wî çêbûbûn. Çimkî wan tobe nekir.
- 21
- «Wey li te Xorazînê! Wey li te Beytsaydayê! Eger ew kerametên ku li nav we hatin kirin, li Sûr* û Saydayê bihatana kirin, wanê ji zû ve di nav xirarî* û xweliyê de tobe bikira.
- 22
- Lê ez ji we re dibêjim, di Roja Dawî de rewşa Sûr û Saydayê wê ji ya we çêtir be.
- 23
- Û tu hey Kefernahûm! Ma tê heta bi ezmên bilind bibî? Na, tê heta bi diyarê* miriyan herî xwarê! Eger ew kerametên ku li nav te hatin kirin, li Sodomê* bihatana kirin, ewê heta îro li cihê xwe bima.[c]
- 24
- Lê ez ji we re dibêjim ku di Roja Dawî de rewşa Sodomê wê ji ya we çêtir be.»
- Mizgînî ji Westayiyan re
- 25
- Di wî wextî de Îsa got: «Ey Bavo, ez ji te re şikir dikim, Xudanê erd û ezmên! Çimkî te ev tiştên ha ji şehreza û zaneyan veşartin û ji zarokên biçûk re eşkere kirine.
- 26
- Erê Bavo, çimkî li ba te ya bi dil ev bû.
- 27
- «Her tişt ji aliyê Bavê min ve ji min re hat dayîn. Ji bilî Bav tu kes Kur nas nake û ji bilî Kur û yên ku Kur dixwaze Bav bi wan bide eşkerekirin, tu kes jî Bav nas nake.
- 28
- «Werin ba min, ey hemû yên westayî û bargiran, ezê rihetiyê bidim we.
- 29
- Nîrê min deynin ser stûyê xwe û ji min hîn bibin, çimkî ez nerm û ji dil nefsbiçûk im û hûnê rihetiyê ji bo canê xwe bibînin.
- 30
- Çimkî nîrê min hêsanî û barê min sivik e.»