Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ew Jinên ku li pey Îsa Diçûn
- 1
- Piştî demekê Îsa di bajar û gundan re digeriya, hîn dikir û Mizgîniya* Padîşahiya* Xwedê dida. Her diwanzdeh jî pê re bûn.
- 2
- Herweha hin jinên ku ji ruhên xerab û nexweşiyan hatibûn qenckirin bi wan re bûn: Meryema* ku jê re Mejdelanî digotin a ku heft cin jê derketibûn,
- 3
- û Yohana jina Xûzayê şahneyê* mala Hêrodês* û Sosin û gelekên din ku bi malê xwe alîkariya wan dikirin.
- Mesela Erdê Qenc û Neqenc
- 4
- Û gava elaleteke mezin ji xelkê ji her bajarî li ba Îsa civiya, wî meselek ji wan re got:
- 5
- «Cotkar derket, da ku here tovê xwe biçîne. Çaxê wî tovê xwe direşand, hinek ket tenişta rê. Xelkê pê lê kir û teyrên ezmanan ew xwarin.
- 6
- Û hinek jê ket ser erdê kevirî û şîn bû, lê zû hişk bû, ji ber ku ew bê rewa bû.
- 7
- Hinek ket nav stiriyan, stirî jî pê re şîn bûn û ew fetisandin.
- 8
- Hin jî ket ser erdekî qenc, şîn bû û berê wî sed tovî bû.»
Piştî van gotinan Îsa bi dengekî bilind got: «Ewê ku guhên wî ji bo bihîstinê hene, bila bibihîze!» - Armanca Meselan
- 9
- Şagirtên* wî jê pirsîn: «Ka maneya vê meselê çi ye?»
- 10
- Wî jî got: «Zanîna sirên Padîşahiya Xwedê ji we re hatiye dayîn, lê ji yên din re bi meselan tê gotin, da ku ‹ew binêrin, lê nebînin û bibihîzin, lê fêm nekin.›[a] »
- Şîrovekirina Mesela Erdê Qenc û Neqenc
- 11
- «Maneya vê meselê jî ev e: Tov peyva Xwedê ye.
- 12
- Tovê ku ket tenişta rê ew in ku dibihîzin, lê Îblîs* tê û wê ji dilê wan derdixe, da ku ew baweriyê* neynin û xilas nebin.
- 13
- Yên ser erdê kevirî ew in ku çaxê gotina Xwedê dibihîzin, wê bi dilxweşî qebûl dikin; lê ew bê ra* ne, baweriya wan heta bi demekê ye û di wextê ceribandinê de ew ji rê derdikevin.
- 14
- «Yên ku ketine nav stiriyan jî, ew in, yên ku dibihîzin û diçin, bi xem, dewlemendî û kêfên vê dinyayê difetisin û berê gihîştî nadin.
- 15
- Lê yên di nav erdê qenc de ew in ku peyva Xwedê dibihîzin, bi dilekî pak û durust di dilê xwe de hiltînin û bi bîhna fireh ber didin.
- Çira Nayê Nixumandin
- 16
- «Tu kes qendîlê pênaxe û bi firaxekê nanixumîne, an jî wê naxe bin nivînan. Lê belê ew wê datîne ser şamdankê, da yên ku bên hundir, ronahiyê bibînin.
- 17
- Çimkî tiştekî veşartî tune ku neyê eşkerekirin û ne jî tiştekî nixumandî heye ku neyê zanîn û nekeve ber ronahiyê.
- 18
- Loma hay ji xwe hebin ku hûn çawa guhdarî dikin, çimkî yê ku pê re heye, wê ji wî re bêtir bê dayîn û yê ku pê re tune, tiştê ku ew yê xwe guman dike jî, wê ji wî bê standin.»
- Dê û Birayên Îsa
- 19
- Hingê dê û birayên Îsa hatin ba wî, lê ji ber elaletê wan nikaribû ku xwe bigihînin wî.
- 20
- Û jê re gotin: «Diya te û birayên te li derve ne û dixwazin te bibînin.»
- 21
- Lê wî li wan vegerand û got: «Diya min û birayên min ew in ên ku peyva Xwedê dibihîzin û dikin.»
- Îsa Bagerê Radiwestîne
- 22
- Rojekê ji rojan ew bi şagirtên* xwe ve ket qeyikekê û ji wan re got: «Werin, em herin aliyê din ê golê.» Û bi rê ketin.
- 23
- Gava ew bi qeyikê diçûn, ew bi xew ve çû. Hingê bagerek li golê rabû, av diket qeyikê û ew ketin talûkê.
- 24
- Û şagirt nêzîkî wî bûn, ew hişyar kirin û gotin: «Ya Hosta, ya Hosta, em helak dibin!» Ew jî rabû û li ba û pêlên avê hilat*. Êdî bager rawesta û dinya bê deng bû.
- 25
- Hingê wî ji wan re got: «Kanî baweriya we?» Ew tirsiyan, şaş man û ji hev re gotin: «Ma ev kî ye ku li ba û avê emir dike û ew bi ya wî dikin?»
- Îsa Yekî Cinoyî li Girasînê Qenc Dike
- 26
- Ew çûn herêma Girasîniyan a ya ku diket pêşberî Celîlê.
- 27
- Gava ew derket ser bejê, mirovek ji wî bajarî rastî wî hat ku bi cinan ketibû. Wî ji mêj ve cil li xwe nedikirin û li malê nedima. Ew li nav goristanan dima.
- 28
- Gava wî Îsa dît, kir qîrîn û xwe li ber wî avêt erdê û bi dengekî bilind got: «Ma te çi ji min e, ya Îsa, Kurê* Xwedayê Herî Berz? Ez lava ji te dikim, min nede ezabê.»
- 29
- Çimkî Îsa emir li ruhê nepak kiribû, ku ji wî mirovî derkeve. Wî cinî pirr caran ew digirt. Bi ser ku ew bi qeyd û zincîran girêdayî dihat girtin jî, lê dîsa wî qeyd dişikandin û cin ew diajot çol û çolistanan.
- 30
- Îsa jê pirsî û got: «Navê te çi ye?» Wî got: «Lejyon*», ji ber ku gelek cin ketibûn wî.
- 31
- Cinan ji Îsa lavlav kir, da ku ew emir li wan neke, ku ew herin kortala* bêbinî.
- 32
- Li wê derê garaneke mezin a berazan li pala çiyê diçêrî. Cinan jê lava kir, ku ew destûrê bide wan, da ku ew bikevin wan berazan. Wî jî destûr da wan.
- 33
- Îcar cin ji wî mirovî derketin û ketin berazan, garan jî çû û xwe di kaşê re avêt golê û xeniqî.
- 34
- Çaxê gavanan dît ku çi çêbû, ew reviyan û ev xeber li nav bajêr û gundan belav kirin.
- 35
- Îcar xelk derketin, da ku bibînin, ka çi çêbûbû. Ew hatin ba Îsa û ew mirovê ku cin jê derketibûn, bi cil û li ser hişê xwe li ber lingên Îsa rûniştî dîtin û tirsiyan.
- 36
- Yên ku ev tişt dîtibûn, ji wan re gotin, ka çawa yê cinoyî* hat qenckirin.
- 37
- Hingê tevahiya xelkê ji hawirdora Girasînê ji Îsa xwestin ku ew ji nav wan here, çimkî tirseke mezin ketibû dilê wan. Îsa jî ket qeyikê û vegeriya.
- 38
- Lê ew zilamê ku cin ji wî derketibûn, lava ji Îsa kir, da ku ew li ba wî bimîne. Lê Îsa ew rêkir û jê re got:
- 39
- «Vegere mala xwe û eva ku Xwedê ji bo te kiriye, bêje.» Ew jî çû û li nav tevahiya bajêr got ku Îsa çi ji wî re kiriye.
- Qencbûna Jinikê û Vejîna Keçikê
- 40
- Gava Îsa vegeriya, elaletê ew qebûl kir, çimkî hemû li hêviya wî bûn.
- 41
- Û serwerekî kinîştê hat, ku navê wî Yayîros bû. Wî xwe avêt ber lingên Îsa û jê lava kir, ku ew pê re here mala wî.
- 42
- Çimkî keçeke wî ya yekta hebû ku nêzîkî diwanzdeh salî bû û li ber mirinê bû. Gava Îsa diçû, elalet bi ser wî de dizêriya.
- 43
- Û jineke ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû û her tiştên ku wê abora xwe pê dikir jî, dabû hekîman* û kesekî nikaribû wê qenc bike,
- 44
- ji pişt ve hat û destê xwe li rêşiyên* kirasê Îsa da. Û di cih de xwîna ku jê diçû çikiya.
- 45
- Îsa pirsî: «Ew kî bû ku destê xwe li min da?» Gava hemûyan înkar kir, Petrûs* got: «Hosta, elalet li te tê hev û li te teng dikin.»
- 46
- Lê Îsa got: «Yekî destê xwe li min da; ez pê hesiyam, ku hêz ji min derket.»
- 47
- Gava jinikê dît ku ew veşartî nema, ew lerizî, hat û li ber wî xwe avêt erdê û li pêş tevahiya xelkê got ku wê ji ber çi destê xwe li wî da û çawa ew di cih de qenc bû.
- 48
- Îsa ji wê re got: «Keça min, baweriya te tu qenc kirî. De îcar bi silamet here.»
- 49
- Hê Îsa dipeyivî, yek ji mala serdarê kinîştê hat û got: «Keça te mir. Êdî mamoste newestîne.»
- 50
- Gava Îsa ev bihîst, lê vegerand û got: «Netirse, tenê bawer bike, keçik wê qenc bibe!»
- 51
- Gava ew hat xênî, wî nehişt ku ji bilî Petrûs*, Yûhenna*, Aqûb* û dê û bavê keçikê kes bi wî re derbas bibe.
- 52
- Hemû li ser wê digirîn û şîn digirtin. Lê belê Îsa ji wan re got: «Negirîn, ew nemiriye, lê ew di xew de ye.»
- 53
- Ew pê kenîn, çimkî wan dizanibû ku keçik miriye.
- 54
- Wî rahişt destê wê, gazî wê kir û got: «Keçikê, rabe ser xwe!»
- 55
- Îcar ruhê wê lê vegeriya û ew di cih de rabû ser xwe. Û Îsa emir kir, ku tiştekî xwarinê bidinê.
- 56
- Dê û bavê wê heyirî man. Wî tembîh li wan kir, ku ew ji kesekî re nebêjin, ka çi çêbûye.
- a. 8:10 Ji: Îşaya 6:9