Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Pirsa li ser Desthilatiya Îsa
- 1
- Rojekê, çaxê wî di Perestgehê de xelk hîn dikir û Mizgînî dida, serekên kahînan, Şerîetzan û rihspî tevde bi ser de hatin
- 2
- û jê re gotin: «Ji me re bêje, tu van tiştan bi çi desthilatiyê dikî, an yê ku ev desthilatî daye te kî ye?»
- 3
- Îsa li wan vegerand û got: «Ez jî, ezê tiştekî ji we bipirsim, ka ji min re bêjin:
- 4
- Imadkirina* Yûhenna* ji ezmên bû, an ji mirovan bû?»
- 5
- Ew bi hevdû şêwirîn û gotin: «Eger em bêjin: ‹Ji ezmên e›, ewê bêje: ‹Çima we ji wî bawer nekir?›
- 6
- Û eger em bêjin: ‹Ji mirovan e›, ji xwe tevahiya xelkê wê me bide ber keviran, çimkî ew qenc bawer dikin ku Yûhenna pêxember e.»
- 7
- Îcar wan lê vegerand û gotin: «Em nizanin ji ku derê ye.»
- 8
- Îsa ji wan re got: «Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi desthilatiyê dikim.»
- Mesela Rez û Rezvanan
- 9
- Îsa dest pê kir, ev mesele ji xelkê re got: «Mirovekî rezek çand, ew bi kirê da rezvanan û ji bo demeke dirêj çû welatekî din.
- 10
- Û di demsala rêz de wî xulamek şand ba rezvanan, da ku ji berê rêz bidin wî. Lê rezvanan li wî xist û ew destvala şandin.
- 11
- Hingê wî xulamekî din şand, wan li wî jî xist, riswa kirin û destvala şandin.
- 12
- Yê sisiyan jî şand, ew jî birîndar kirin û avêtin derve.
- 13
- Xwediyê rêz jî got: ‹Gelo ez çi bikim? Ezê kurê xwe yê delal bişînim, belkî ew siyaneta* wî bigirin.›
- 14
- Lê gava rezvanan ew dît, bi hevdû şêwirîn û gotin: ‹Ev wêris e. De werin, em wî bikujin, da ku mîras ji me re bimîne.›
- 15
- Wan ew avêt derveyê rêz û kuştin. Ma îcar xwediyê rêz wê çi bi wan bike?
- 16
- Ewê bê, van rezvanan helak bike û wê rêz bide hinekên din.» Gava wan ev yek bihîst, gotin: «Xwedê neke!»
- 17
- Lê Îsa li wan nêrî û got: «Nexwe eva hatiye nivîsîn çi ye?
‹Ew kevirê ku hostayan red kir
Bû kevirê serê rikin*.›[a] - 18
- Her kesê ku bi ser wî kevirî de bikeve, wê bibe perçe perçe û ew kevir bi ser kê de bikeve, wê wî hûrhûr bike.»
- 19
- Şerîetzan û serekên kahînan xwestin ku di cih de dest bavêjin wî, çimkî wan fêm kir, ku Îsa ev mesele anî ser wan, lê ew ji xelkê tirsiyan.
- Pirsa Dan û Nedana Baca Qeyser
- 20
- Çavê wan li Îsa bû û wan casûsên ku xwe rast nîşan didan, şandin ba wî, da ku ew wî bi xebera wî bigirin û derxin ber dîwan* û desthilatiya walî.
- 21
- Wan ji wî pirsî û gotin: «Mamoste, em dizanin ku tu rast dibêjî û hîn dikî. Tu cihêtiyê naxî nav mirovan, lê belê tu riya Xwedê rast hîn dikî.
- 22
- Îcar ma ji me re dibe ku em bacê bidin Qeyser an na?»
- 23
- Lê Îsa bi qurnaziyên wan hesiya û ji wan re got:
- 24
- «Ka zîvekî* nîşanî min bidin. Ma ev resm û nivîsîn ên kê ne?» Wan got: «Yên Qeyser in.»
- 25
- Îsa jî ji wan re got: «Madem ku wusa ye, tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê.»
- 26
- Wan nikaribû wî li ber xelkê bi gotina wî bigirin, ew li bersîva wî şaş man û devê xwe girtin.
- Pirsa Rabûna Miriyan
- 27
- Hinek ji wan Sadûqiyên* ku digotin vejîna* miriyan tune, hatin ji wî pirsîn û gotin:
- 28
- «Mamoste, Mûsa ji bo me nivîsiye: ‹Eger birayê yekî zewicî be û ew bê zarok bimire, divê birayê wî jina wî bistîne û dûndanê* ji birayê xwe re rake.›[b]
- 29
- Îcar heft bira hebûn. Yê pêşî jinek anî û bê zarok mir.
- 30
- Yê diduyan
- 31
- û yê sisiyan jî ew jin stand û bi vî awayî her heftan zarok li pey xwe nehiştin û mirin.
- 32
- Piştre jin jî mir.
- 33
- Ma di Roja* Vejînê de ew jin wê bibe jina kîjanî ji van? Çimkî her heftan jî ew anîbû.»
- 34
- Îsa jî ji wan re got: «Zarokên vê dinyayê jinê tînin û mêr dikin.
- 35
- Lê ew ên ku hêja hatine dîtin ku bigihîjin wê dinyayê û vejîna miriyan, ne jinê tînin û ne jî mêr dikin;
- 36
- ew careke din nikarin bimirin, ew eynî wek milyaketan in; ew zarokên Xwedê ne, çimkî ew zarokên vejînê ne.
- 37
- Mûsa jî da xuyakirin, ku mirî wê ji nû ve rabin. Ew di serhatiya deviyê de navê Xudan hildide û dibêje: ‹Xwedayê Birahîm*, Xwedayê Îshaq* û Xwedayê Aqûb*.›[c]
- 38
- Îcar ew ne Xwedayê miriyan e, lê Xwedayê zindiyan e, çimkî hemû ji wî re sax in.»
- 39
- Hinekan ji Şerîetzanan bersîv dan û gotin: «Mamoste, te qenc got.»
- 40
- Çimkî êdî wan qet nediwêrî, ku tiştekî ji wî bipirsin.
- Pirsa Kurê Dawid
- 41
- Îcar Îsa ji wan re got: «Çawa dibêjin ku Mesîh kurê Dawid* e?
- 42
- Çimkî Dawid bi xwe di kitêba Zebûrê de dibêje:
‹Xudan ji Xudanê min re got:
Li milê min ê rastê rûne, - 43
- Heta ku ez dijminên te bikim pêgeha lingên te.›[d]
- 44
- Loma, eger Dawid jê re dibêje Xudan, çawa ew dibe kurê Dawid?»
- Şerîetzanên Durû
- 45
- Û çaxê tevahiya xelkê guhdariya wî dikir, wî ji şagirtên xwe re got:
- 46
- «Hay ji wan Şerîetzanan hebinku dixwazin bi xiftanên dirêj bigerin û hez dikin ku di sûkan de xelk silavê bidin wan û di kinîştan* de li ser kursiyên pêşî û di ziyafetan de li cihên jorîn rûnin.
- 47
- Ew malên jinebiyan dadiqurtînin û ji bo ku bên dîtin, duayên dirêj dikin. Dîwana wan wê hê girantir be.»
- a. 20:17 Ji: Zebûr 118:22
- b. 20:28 Ji: Dubarekirina Şerîetê 25:5
- c. 20:37 Ji: Derketin 3:6
- d. 20:42-43 Ji: Zebûr 110:1