Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Gora Vala
- 1
- Roja pêşî ya heftiyê, serê sibê zû, hê ku tarî bû Meryema* Mejdelanî hat ser gorê. Wê dît ku kevir ji ber derê gorê hatiye rakirin,
- 2
- bi bez çû ba Şimûn-Petrûs û şagirtê din ê ku Îsa jê hez dikir û ji wan re got: «Xudan ji gorê derxistine û em nizanin ku ew danîne ku derê.»
- 3
- Li ser vê yekê Petrûs û şagirtê din derketin derve û bi aliyê gorê ve hatin.
- 4
- Herdu jî bi hev re dibezîn, lê şagirtê din ji Petrûs zûtir bezî û ew pêşî gihîşt ser gorê.
- 5
- Dema wî xwe xwar kir û nêrî, dît ku cawên keten raxistî ne. Lê ew neket hundir.
- 6
- Hingê Şimûn-Petrûs jî li pey wî hat; ket hundirê gorê, cawên keten ên raxistî
- 7
- û destmala ku li serê Îsa hatibû pêçandin, dîtin. Destmal ne li ba cawên keten bû, lê pêçayî û ji wan veqetayî bû.
- 8
- Hingê şagirtê din ê ku pêşî gihîştibû ser gorê ket hundir. Wî dît û bawer kir.
- 9
- – Wan hê ji Nivîsara Pîroz fêm nedikir ku diviya Îsa ji nav miriyan rabe. –
- 10
- Piştî vê yekê şagirt vegeriyan cihên xwe.
- Îsa Xwe Nîşanî Meryema Mejdelanî Dide
- 11
- Lê Meryem li derve, li ber gorê sekinîbû û digiriya. Wê bi girîn xwe xwar kir û li hundirê gorê nêrî,
- 12
- dît ku du milyaketên cilspî, li cihê ku cesedê Îsa lê hatibû dirêjkirin rûniştine, yek li cihê serê wî û yê din li cihê lingên wî.
- 13
- Milyaketan ji wê re got: «Ya sitiyê! Tu çima digirî?» Meryemê ji wan re got: «Xudanê min rakirine û ez nizanim ew danîne ku derê.»
- 14
- Gava wê weha got, li pişt xwe zivirî û dît ku Îsa li wê derê rawestaye. Lê wê nizanibû ku ew Îsa ye.
- 15
- Îsa ji wê re got: «Ya sitiyê, tu çima digirî? Tu li kê digerî?» Meryemê jî guman kir ku ew baxçevan e; wê ji wî re got: «Ezxadim, eger te ew rakiribe, ji min re bêje, te ew daniye ku derê, da ku ez wî ji wê derê rakim.»
- 16
- Îsa ji wê re got: «Meryem!» Meryem li wî zivirî û bi Îbranî got: «Rabbonî!» ku bi mana «Mamoste!» ye.
- 17
- Îsa ji wê re got: «Destê xwe li min nede, çimkî hê ez derneketime ba Bav. Lê here ba birayên min û ji wan re bêje: ‹Ez derdikevim ba Bavê xwe û Bavê we, ba Xwedayê xwe û ba Xwedayê we.›»
- 18
- Meryema* Mejdelanî çû ba şagirtan û ji wan re got: «Min Xudan dît» û tiştên ku wî ji wê re gotibû ji wan re got.
- Îsa Xwe Nîşanî Şagirtên Xwe Dide
- 19
- Wê êvara roja pêşî ya heftiyê, gava şagirt ji tirsa Cihûyan di pişt deriyên girtî de civiyabûn, Îsa hat, di nav wan de sekinî û ji wan re got: «Silamet li ser we be.»
- 20
- Ev tişt got, destên xwe û newqa xwe nîşanî wan da. Gava ku şagirtan Xudan dît, pirr şa bûn.
- 21
- Îsa dîsa ji wan re got: «Silamet li ser we be. Wek ku Bav ez şandim, ez jî we dişînim.»
- 22
- Piştî ku weha peyivî pif kir wan û ji wan re got: «Ruhê* Pîroz bistînin.
- 23
- Hûn li gunehên kê bibihûrin, ew lêbihûrtî ne. Hûn li gunehên kê nebihûrin, li wan nayê bihûrtin.»
- Îsa û Tûma
- 24
- Tûmayê ku yek ji diwanzdehan bû û jê re Cêwî digotin, gava ku Îsa hat, ne bi wan re bû.
- 25
- Şagirtên din ji wî re gotin: «Me Xudan* dît.» Lê Tûma ji wan re got: «Heta ku ez di destên wî de cihê bizmaran nebînim, tiliya xwe li cihê bizmaran nedim û destê xwe daneynim ser newqa wî, ez qet bawer nakim.»
- 26
- Piştî heşt rojan, şagirtên Îsa dîsa li malekê bûn û Tûma jî bi wan re bû. Derî girtî bûn, lê Îsa hat, di nav wan de sekinî û got: «Silamet li ser we be.»
- 27
- Di pey de ji Tûma re got: «Tiliya xwe bîne vir û li destên min binêre. Destê xwe jî dirêj bike û deyne ser newqa min. Êdî bêbaweriyê neke, lê belê bi bawerî be!»
- 28
- Tûma lê vegerand û got: «Xudanê* min û Xwedayê min!»
- 29
- Îsa ji wî re got: «Ji ber ku te ez dîtim tu bawer dikî? Xwezî bi wan ên ku nebînin, lê dîsa bawer dikin!»
- Armanca Vê Kitêbê
- 30
- Erê, Îsa li ber şagirtên xwe hê gelek nîşanên din jî çêkirin ku ew di vê kitêbê* de nehatine nivîsîn.
- 31
- Lê ev hatine nivîsîn, da ku hûn bawer bikin ku Îsa Mesîh e, Kurê Xwedê ye û bi vê baweriyê jiyana we bi navê wî hebe.