Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Yekîtiya Bedenê
- 1
- Îcar ez yê ku di ber Xudan de girtî me, ez ji we hêvî dikim ku hûn di jiyana xwe de bi awayê ku hêjayî gazîkirina we ye, rêve herin.
- 2
- Di hezkirinê de bi hemû nefsbiçûkî û nermiyê bi bîhnfirehî hevdû ragirin.[a]
- 3
- Xîretkêşiyê bikin ku hûn yekîtiya Ruh bi hevgirêdana aştiyê biparêzin.
- 4
- Wek ku Xwedê hûn gazî yek hêviyê kirine, beden yek e, Ruh yek e
- 5
- Xudan yek e, bawerî yek e, imad* yek e.
- 6
- Xwedê yek e, bavê hemûyan e; ew di ser hemûyan re ye, bi hemûyan re ye û di nav hemûyan de ye.
- 7
- Û li gor pîvana diyariya Mesîh ji her yekî ji me re kerem hat dayîn.
- 8
- Loma dibêje:
«Gava ku hilkişiya, derket jor,
Hêsîr* li pey xwe birin,
Û diyarî dan mirovan.»[b] - 9
- Ev «derket jor» tê mana çi? Dixwaze bêje ku pêşî ew daketibû derên erdê yên jêr.
- 10
- Yê ku daketiye û ji bo ku her tiştî tije bike derketiye jor, di ser hemû ezmanan re eynî ew e.
- 11
- Wî bi xwe diyarî da, ku hinek bibin Şandî, hinek pêxember, hinek mizgînvan, hinek jî şivan û mamoste,
- 12
- da ku yên pîroz ji bo xebata xizmetkirinê bên rapêçan û bedena Mesîh bê avakirin
- 13
- heta ku em hemû bigihîjin yekîtiya bawerî û naskirina Kurê* Xwedê û bibin mirovê gihîştî, bigihîjin pîvana bejna Mesîh a temam û tije.
- 14
- Da ku êdî em nebin zarokên ku bi pêlan vir ve û wê ve tên kişkişandin, li ber her bayê hîndariya mirovên xapînok diçin û bi qurnaziya hîlekariyên wan ji rê derdikevin.
- 15
- Lê em bi hezkirinê rastiyê bêjin, di her tiştî de ber bi wî ve mezin bibin ku serî ew e, Mesîh e.
- 16
- Bi wî hemû beden hevdû digire û bi alîkariya her movikê girêdayî ye; bi wî her endam li gor qeweta xwe dixebite û bi vî awayî beden mezin dibe û di hezkirinê de tê avakirin.[c]
- Jiyana Kevin û ya Nû
- 17
- Loma ez vê dibêjim û bi navê Xudan li ser disekinim: Êdî wek miletên din ên ku di fikirîna xwe ya pûç de rêve diçin, hûn neçin.
- 18
- Têgihîştina wan tarî ye; ew ji ber xeşîmî û hişkîtiya dilê xwe, ji jiyana Xwedê re biyanî ne.
- 19
- Wan her pêhesîn winda kiriye û ji bo ku bi çavbirçîtî her pîsîtiyê bikin, xwe dane destê bêedebiyê.
- 20
- Lê we Mesîh bi vî awayî nas nekir.
- 21
- Bêguman we li ser wî bihîstiye û hûn li gor wî hatine hînkirin, wek ku rastî bi Îsa ye,
- 22
- ku hûn mirovê kevin ê li gor jiyana we ya berê, ku bi xwestekên xapînok dirize, ji ser xwe bavêjin[d]
- 23
- û di ruh û hişê xwe de nû bibin
- 24
- û mirovê nû li xwe bikin ê ku di rastdarî û pîroziya rastiyê de li gor Xwedê hatiye afirandin.[e]
- 25
- Loma derewan ji xwe dûr bixin û «her yek ji we bi cîranê xwe re rastiyê bipeyivin,»[f] çimkî em endamên hev in.
- 26
- «Hêrs bibin, lê guneh nekin;»[g] bila roj li ser hêrsa we neçe ava.
- 27
- Ne jî rê bidin Îblîs.
- 28
- Yê ku dizî kiriye, divê êdî diziyê neke, lê bila bi destê xwe tiştê qenc bike û bixebite, da ku tiştekî wî hebe ku bide yê hewcedar.
- 29
- Bila qet gotina xerab ji devê we dernekeve, lê belê ji bo perwerdekirinê çi qenc e – wek ku lazim e – wê bêjin, da ku ew ji guhdaran re keremdar be.
- 30
- Ruhê* Xwedê yê Pîroz ê ku hûn ji bo roja rizgariyê bi wî hatine morkirin, xemgîn nekin.
- 31
- Bila bi her xerabiyê re her tehlî, hêrs, xezeb, qîrîn û buxtan ji we dûr kevin.
- 32
- Li hember hev keremdar û dilovan bin û wek ku Xwedê bi Mesîh li we bihûrtiye, li hevdû bibihûrin.[h]
- a. 4:2 Kolosî 3:12-13
- b. 4:8 Ji: Zebûr 68:18
- c. 4:16 Kolosî 2:19
- d. 4:22 Kolosî 3:9; Romayî 6:6
- e. 4:24 Kolosî 3:10
- f. 4:25 Ji: Zekerya 8:16
- g. 4:26 Ji: Zebûr 4:4
- h. 4:32 Kolosî 3:13