Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Xizmeta Pawlos a ji bo Miletan
- 1
- Ji bo vê yekê ez Pawlos, ji bo we miletan di ber Mesîh Îsa de girtî me.
- 2
- Bêguman we bihîstiye ku ev şahnetiya* keremê ji aliyê Xwedê ve ji bo we ji min re hatiye dayîn.
- 3
- Wek ku min berî niha jî bi kurtî nivîsîbû, ev sir bi peyxamê ji min re hat dayîn.
- 4
- Gava ku hûn vê bixwînin, hûnê bikarin têbigihîjin ku ez sira Mesîh çawa fêm dikim.
- 5
- Ev sir di nifş* û qernên berê de ji mirovan re nehat dazanîn, wek ku niha ji Şandiyên wî yên pîroz û ji pêxemberên wî re bi Ruh hatiye eşkere kirin.
- 6
- Sir ev e, ku miletên din bi saya Mizgîniyê hemwêris in, endamên eynî bedenê û hevparên soza Xwedê ne ya ku bi Mesîh Îsa ye.[a]
- 7
- Li gor diyariya kerema Xwedê ya ku bi xebata hêza wî ji min re hatiye dayîn, ez bûm xizmetkarê vê Mizgîniyê.
- 8
- Bi ser ku ez di nav hemû pîrozan de yê herî kêm im jî, ev kerem ji min re hat dayîn, da ku ez Mizgîniya dewlemendiya Mesîh a ku nayê salixdan ji miletan re bidim
- 9
- û plana bi sira ku ji demên bê destpêk ve li ba Xwedayê ku her tişt afirandiye veşartî bû, ji hemûyan re derxim ber ronahiyê, ku ew çi ye.
- 10
- Wusa ku şehrezayiya Xwedê ya pirr alî, bi navgîniya Civînê*, ji serwerî û desthilatiyên li cihên ezmanî re bê dazanîn.
- 11
- Ev li gor mebesta Xwedê ya ji demên bêdestpêk ve bû, ku wî bi saya Xudanê me Mesîh Îsa pêk anî.
- 12
- Di yekîtiya Mesîh de û bi baweriya bi wî, em dikarin bi cesaret û ewlehî derbasî ber Xwedê bibin.
- 13
- Ji ber vê yekê, ez ji we hêvî dikim ku hûn, ji ber cefayên ku ez ji bo we dikişînim, dilsar nebin; ew ji bo we rûmet in.
- Dua ji bo Efesiyan
- 14
- Ji bo vê yekê, ez li ber Bavê ku
- 15
- li erd û ezmanan her bavikî nav jê standiye, diçim ser çokan.
- 16
- Bila ew li gor dewlemendiya rûmeta xwe, qewetê bide we ku hûn bi Ruhê wî, di mirovê hundir de xurt bibin,
- 17
- da ku bi baweriyê Mesîh di dilê we de rûne û hûn di hezkirinê de ra* bidin û hîmgirtî bin,
- 18
- da ku hûn bikarin bi hemû pîrozan re firehî, dirêjahî, bilindahî û kûrahiya vê hezkirinê fêm bikin.
- 19
- Bi vî awayî, hûn hezkirina Mesîh a ku gelek di ser zanînê re ye bizanin û bi hemû tijetiya Xwedê tije bibin.
- 20
- Ji wî yê ku dikare li gor hêza xwe ya ku di hundirê me de dixebite, ji tiştê ku em dixwazin an jî em difikirin hê gelek zêdetir bike re,
- 21
- di Civînê de û bi saya Mesîh Îsa heta hemû nifşan û her û her rûmet be. Amîn*.
- a. 3:4-6 Kolosî 1:26-27