Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Heft Kes ji bo Xizmetê Tên Bijartin 
1
Di wan rojan de, gava ku hejmara şagirtan* zêde dibû, ew Cihûyên ku bi zimanê Yewnanî dipeyivîn ji Cihûyên Îbranî* gazin kirin, çimkî di belavkirina xwarina rojane de baş li jinebiyên wan nedihat nêrîn.
2
Hingê diwanzdehan hemû şagirt li ser hev civandin û gotin: «Ne qenc e ku em dev ji peyva Xwedê berdin û xizmeta sifreyan bikin.
3
Loma birano, hûn di nav xwe de, heft mirovên bi Ruhê Pîroz tije û şehreza bibijêrin û em wan deynin ser vî karî.
4
Heçî em in, emê xwe bidin duayê û xizmeta peyvê.»
5
Ev yek li hemû koma bawermendan xweş hat û wan ev mirov bijartin: Steyfan ê ku mirovekî bi bawerî û bi Ruhê Pîroz tije bû û Filîpos, Prokoros, Nîkanor, Tîmon, Parmênas û Nîkolasê ji Entakyayê yê ku hatibû ser baweriya Cihûyan.
6
Wan ew li ber Şandiyan dan rawestandin, Şandiyan jî dua kir û destên xwe danîn ser wan.
7
Peyva Xwedê çiqas diçû belav dibû; hejmara şagirtan li Orşelîmê gelek zêde dibû û ji kahînan jî gelekan bawerî qebûl dikir.
Steyfan Tê Girtin 
8
Steyfanê ku bi kerem û hêzê tije bû, gelek nîşan û karên mezin di nav gel de dikirin.
9
Hingê, hinek ji Kinîşta* ku jê re Kinîşta Azadiyan* digotin û hin Kûrênî, Skenderyayî û hinekên ku ji Kîlîkya û Asyayê* bûn, rabûn bi Steyfan re devjenî kirin.
10
Lê wan nikaribû li ber wê şehrezayî û wî Ruhê ku Steyfan pê dipeyivî, rawestin.
11
Hingê wan serê hinekan tije kirin ku bêjin: «Me bihîst ku vî mirovî çêrî* Mûsa û Xwedê kir.»
12
Û wan xelk, rihspî û Şerîetzan* rakirin ser piyan û bi ser Steyfan de hatin, ew girtin, anîn ber civîna giregiran.
13
Şahidên derewîn derxistin pêş û şahidan got: «Ev mirov dev jê bernade, li hember vî cihê pîroz û Şerîetê gotinan dibêje.
14
Me bihîst ku wî got: ‹Ev Îsayê Nisretî wê vê Perestgehê xera bike û wan adetên ku Mûsa dane me biguhere.›»
15
Hemû yên ku li civîna giregiran rûdiniştin bi baldarî li wî nêrîn û dîtin ku rûyê wî wek rûyê milyaketan e.