Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Tîmotêyos Hevaltiya Pawlos û Sîlas Dike
- 1
- Hingê Pawlos hat Derbe û Lîstrayê jî. Li wir şagirtek hebû ku navê wî Tîmotêyos* bû. Ew kurê jineke Cihû ya bawermend bû; lê bavê wî ne Cihû bû.
- 2
- Birayên ku li Lîstra û Qonyayê bûn, li ser wî bi qencî dipeyivîn.
- 3
- Pawlos xwest ku ew bi wî re bê; ew hilda û ji ber Cihûyên wan deran ew sinet kir; çimkî hemûyan dizanibû ku bavê wî ne Cihû bû.
- 4
- Gava ku di bajaran re derbas dibûn, biryarên ku li Orşelîmê ji aliyê Şandî û rihspiyan ve hatibûn dayîn, didan wan, da ku wan pêk bînin.
- 5
- Bi vî awayî civînên bawermendan di baweriyê de xurt dibûn û roj bi roj hejmara wan zêde dibû.
- Di Dîtiniyekê de Gazîkirina Pawlos a Mekedonyayê
- 6
- Ew di herêma Firîgya û Galatyayê re derbas dibûn, çimkî Ruhê Pîroz nehişt ku peyva Xwedê li herêma Asyayê* bêjin.
- 7
- Çaxê ew hatin pêşberî Mîsyayê, xwestin ku herin herêma Bîtînyayê, lê Ruhê Îsa destûr neda wan.
- 8
- Di ber Mîsyayê re derbas bûn, daketin Troyayê.
- 9
- Bi şev Pawlos di dîtiniyekê* de dît ku zilamekî Mekedonî radiwesta, ji wî lava dikir û digot: «Derbasî Mekedonyayê bibe û alîkariya me bike.»
- 10
- Gava wî ev dîtinî dît, di cih de em xebitîn ku em herin Mekedonyayê. Me jê derxist ku Xwedê gazî me dike ku em Mizgîniyê bidin wan.
- Zivirîna Lîdya
- 11
- Em ji Troyayê bi gemiyê derketin û sererast çûn Samotraxê. Dotira rojê em gihîştin Nêyapolîsê.
- 12
- Em ji wir çûn Filîpyayê, ku ev der bajarekî sereke yê Mekedonyayê ye û koloniyeke* Romayê ye. Em li vî bajêrî çend rojan man.
- 13
- Roja Şemiyê em di dergehê bajêr re derketin û çûn ber lêva çem, çimkî em difikirîn ku li wir cihekî duakirinê heye. Em rûniştin û bi jinên ku li wir civiyabûn re peyivîn.
- 14
- Di nav wan de jineke xwedêperest a ku navê wê Lîdya bû guhdariya me dikir. Ew ji bajarê Tiyatîrayê bû û cilên binefşî difirotin. Xudan dilê wê vekir, da ku bi baldarî guhê xwe bide tiştên ku Pawlos digotin.
- 15
- Çaxê ew û maliyên xwe imad* bûn, wê ji me hêvî kir û got: «Eger hûn min bawermendeke Xudan dihesibînin, kerem kin, werin mala min û li wir bimînin.» Û zor li me kir, em birin.
- Pawlos û Sîlas Tên Girtin
- 16
- Û rojekê, çaxê em diçûn cihê duakirinê, keçikeke xizmetkar a ku ruhê falbaziyê pê re hebû, rastî me hat. Wê bi falvekirinê ji xwediyên xwe re gelek pere dida qezenckirin.
- 17
- Keçik li pey me û Pawlos dihat û bi qîrîn digot: «Ev mirovên ha xizmetkarên Xwedayê Herî Berz in, ew riya xilasiyê bi we didin zanîn.»
- 18
- Keçikê bi rojan ev yek kir. Lê li zora Pawlos çû, zivirî û ji ruh re got: «Ez bi navê Îsa Mesîh li te emir dikim, ji wê derkeve.» Û hema wê gavê ruh ji wê derket.
- 19
- Îcar gava ku xwediyên wê dîtin ku hêviya wan a qezenckirina peran ji dest derket, wan Pawlos û Sîlas* girtin, kaş kirin meydana sûkê, ba serweran.
- 20
- Çaxê ew anîn ba serwerên bajêr, wan got: «Ev mirovên ha bajarê me tevlihev dikin, ev Cihû ne
- 21
- û adetên ku ji bo me Romayiyan çênabin ku em bikin, an qebûl bikin, hîn dikin.»
- 22
- Hingê elaletê jî êrîşî wan kir, serdarên bajêr cilên ser wan dan çirandin û emir kirin ku bi daran li wan bixin.
- 23
- Piştî ku gelek li wan xistin, ew avêtin zîndanê û li qerdiyan emir kirin ku baş çavnêriya wan bike.
- 24
- Li ser vê emirkirinê, wî ew kirin hucreya hundir û lingên wan qeyd kirin.
- 25
- Li dora nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û ji Xwedê re lavije* digotin. Girtiyan jî guhdariya wan dikir.
- 26
- Ji nişkê ve erdhejîneke wusa mezin çêbû ku bingehên girtîgehê veleqiyan. Û di cih de hemû derî û zincîrên her kesî vebûn.
- 27
- Çaxê qerdiyan hişyar bû û dît ku deriyên zîndanê vekirî ne, şûrê xwe kişand û dikir ku xwe bikuje. Çimkî wî got qey hemû girtî reviyane.
- 28
- Lê Pawlos bi dengekî bilind gazî kir û got: «Nebe tu xwe bikujî; em hemû li vir in!»
- 29
- Qerdiyan ronahî xwest û ket hundir, lerizî û xwe avêt ber Pawlos û Sîlas.
- 30
- Wî ew anîn derve û got: «Ezbenî, ez çi bikim, da ku ez xilas bibim?»
- 31
- Wan jî bersîv da û gotin: «Baweriya xwe bi Xudan Îsa bîne, tu û mala te jî hûnê xilas bibin.»
- 32
- Û wan peyva Xudan ji wî û ji hemûyên li mala wî re gotin.
- 33
- Hema di wê saeta şevê de, wî ew birin û birînên wan şuştin. Û di cih de ew û hemû maliyên wî imad bûn.
- 34
- Wî ew derxistin mala xwe, sifre li ber wan danî. Ew gelek şa bû ku wî û tevahiya mala wî bawerî bi Xwedê anîn.
- 35
- Çaxê bû roj, serwerên bajêr wezîfedar şandin û gotin: «Wan mirovan berdin.»
- 36
- Hingê qerdiyan ev yek ji Pawlos re got: «Serwerên bajêr xeber şandin ku hûn bên berdan; de îcar derkevin û bi silamet herin.»
- 37
- Lê Pawlos li wan vegerand û got: «Em ên ku hemwelatiyên* Romayî ne, bêyî ku dîwana me bê kirin, li ber xelkê li me xistin û em avêtin zîndanê. Niha bi dizî me derdixin? Na, ev yek çênabe! Bila ew bi xwe bên û me derxin.»
- 38
- Hingê wezîfedaran ev peyv ji serdarên bajêr re gotin. Gava wan bihîst ku ew hemwelatiyên Romayî ne, tirsiyan.
- 39
- Hatin, hêvî ji wan kirin, ew deranîn û ji wan xwestin ku ji bajêr derkevin.
- 40
- Piştî ku ji zîndanê derketin, çûn mala Lîdyayê. Li wir xwişk û bira dîtin, han dan wan û çûn.