Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 95 
1
Werin em bi şahî bang bikin Xudan,
Ji zinarê rizgariya xwe re bi şahî bikin qêrîn,
2
Em bi spasî derkevin pêşberî wî,
Em lavijên şahiyê bêjin ji bo wî!
3
Çimkî Xudan, Xwedayekî mezin e,
Di ser hemû îlahan de ew padîşahê mezin e.
4
Derên kûr ên erdê di destê wî de ne,
Bendavên çiya jî yên wî ne.
5
Derya ya wî ye, çimkî wî afirandiye,
Erd jî bi destê wî çêbûye.
6
Werin em biperizinê û şa bibin,
Li pêş Xudanê ku em afirandine herin ser çokan.
7
Çimkî ew Xwedayê me ye,
Û em jî gelê mêrga wî,
Miyên ber destê wî ne.
Xwezî we îro dengê wî bibihîzta,
8
Wek li Merîbayê û wek roja Massayê li çolê,
Dilê xwe hişk nekin.
9
Li wir bav û kalên we, di gel ku karên min dîtin,
Wan ez sihêtî kirim û ez ceribandim.
10
Çil salan min derdê wî nifşî kişand,
Min got, "Ev miletek dilşaşbûyî ye,
Wan bi riyên min nizanibûn."
11
Loma min bi hêrs sond xwar:
"Ewê nekevin rihetiya min."