Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Asaf.
- 1
- Li civata Xwedê, Xwedê radiweste,
Di nav îlahan de dadbariyê dike. - 2
- "Ma tê heta kîngê bi neheqî bidî biryar,
Ji bo xeraban bibî meyildar? - 3
- Li doza yê lewaz û sêwiyan binêrin,
Mafê bindest û feqîran biparêzin. - 4
- Yê lewaz û belengaz xelas kin,
Wan ji destê xeraban azad kin." - 5
- Ji ber ku hûn nizanin û fêm nakin,
Û di tarîyê de digerin,
Hemû bingehên erdê dihejin. - 6
- "Min got, 'Hûn îlah in,
Û hemû kûrên Yê Berz in!' - 7
- Dîsa hûnê wek mirovan bimirin,
Wek yek ji serokan, hûnê bikevin!" - 8
- Rabe ey Xwedê, rûyê erdê dadbar bike!
Çimkî hemû milet yên te ne.