Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, bi tembûrên bi têl, Zebûra Asaf, lavij.
- 1
- Li Cihûdayê Xwedê tê zanîn,
Li Îsraêlê navê wî bilind e; - 2
- Holika wî li Salemê ye,
Dera lê rûdinê li Sîyonê, - 3
- Wî li wê derê, tîrên bi agir,
Şûr û mertal, çekên şer şikand. - 4
- Yê ku berz e tu yî,
Tu ji çiyayên serfiraziyê rewnaqtir î. - 5
- Yên mêrxas hatin şêlandin,
Wan xewa xwe kir,
Yên herî hêzdar destê xwe nelebitandin. - 6
- Ey Xwedayê Aqûb, ji erzşikandina te,
Ereba cengê jî, hesp jî nîvmirî bûn. - 7
- Tu, tirsdar î! Tu!
Çaxê tu hêrs bibî, kî dîkare li ber te raweste? - 8
- Da ku tu xelas kî hemû bindestên dinê,
Ey Xwedê, gava ku te dest pê kir bi dadbarkirinê, - 9
- Biryara te ji ezmanan hat bihîstin,
Erd tirsiya û bêdeng ma. - 10
- Ya rast, xezeba mirov ji te re pesindan e,
Xezeba bermayî, ji bo te bêziyan e - 11
- Sozên xwe ji Xudan Xwedayê xwe re bi cih bînin,
Hemû yên li der û dora wî,
Bila ji yê tirsdar re diyariyan bînin. - 12
- Ew, ruhê serokan dişikîne,
Ji padîşahên dinê re tirsê tîne.