Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid. 
1
Li Siyonê şikir li benda te ye, ey Xwedê,
Sozên ku ji te re hatine dayin, wê bên cih.
2
Ey tu, yê ku duayan dibihîze,
Wê hemû mirov bên ba te.
3
Guneh zora min dibin,
Herçî serhildanên me ne, tu wan dibexşînî.
4
Xwezi bî wî mirovî, ji bo ku li hewşa te rûnê,
Te ew bijart û nêzikî xwe kir!
Em bi qenciya mala te,
Perestgeha te ya pîroz têr dibin.
5
Ey tu, Xwedayê rizgariya me,
Di dadperweriyê de,
Bi karên tirsdar didî bersîva me.
Ey tu, yê li çaraliyên dinyayê,
Hêviya wan ên dûr ên li ser deryayê;
6
Bi hêzê rapêçandî,
Bi hêza xwe çiyayan şidandî,
7
Yê ku xumîna deryayan,
Xumîna pêlan,
Û tevliheviya miletan dide rawestan tu yî.
8
Yên ku rûdinên li wî kujê dinê,
Ditirsin ji karên te yên nedîtî.
Ji rojhilat heta rojava,
Tu wan bi şahî didî qêrîn.
9
Tu erdê ditoqlinî û wê av didî,
Tu wê di nav dewlemendiyê de dihêlî.
Çemê Xwedê bi avê tije ye,
Çaxê te axê amade kir,
Genimê mirov tu amade dikî:
10
Xetên halet tu têr av didî,
Axa wan tu sererast dikî,
Axê bi baranê dinermijînî,
Bereketê didî berên wan.
11
Bi qenciyên xwe, tu tacegul datînî ser salê,
Ji şopên te bereket dibare,
12
Çolên te çêre didin,
Û gir di şahiyê de dimînin.
13
Mêrg bi keriyan tên nixamtin,
Berrî bi genim tên pêçandin,
Bi şahî diqîrin, lavijan dibêjin.