Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- donzdeh hezar Edomî kuşt.
- 1
- Te em ji xwe avêtin, ey Xwedê te em şikandin,
Tu hatî xezebê, me li halê me yê berê bizivirîne! - 2
- Te erd hejand, te erd çirand;
Qelşên wê bi hev ve bizeliqîne, erd diheje. - 3
- Te tengahî bi gelê xwe da kişandin,
Şeraba sermestkirinê bi me da vexwarin. - 4
- Da ku riya rastiyê vebibe,
Te al da yên ji te ditirsin. - 5
- Da yên ku tu ji wan hez dikî, bibînin rizgariyê,
Bi destê xwe yê rastê azad ke, me bibersivîne! - 6
- Xwedê ji ciyê xwe yê pîroz got:
"Ezê şa bim, Şexemê parve kim,
Berriya Sukkotê bipîvim. - 7
- Gilad, ya min e, Manasse jî ya min,
Efrayim kumzirxê serê min,
Cihûda gopalê padîşahiya min. - 8
- Moav legana min a şûştinê,
Edomê li ber lingê min e,
Ezê bi serfirazî, bi ser Filîstê ve biqîrim." - 9
- Ma wê kî min bibe bajarê bi sûr?
Wê kî rêberiya min bike heta Edomê? - 10
- Ey Xwedê, ma te em ji xwe neavêtin?
Ma êdî tu bi ordiyên me re naçî? - 11
- Li hember dijmin ji me re bibe alîkar,
Çimkî pûç e alîkariya mirov. - 12
- Em bi Xwedê mêrxasiyê dikin,
Ew dipelçiqîne dijminên me.