Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Gava ji Sawil reviyabû şikevtê.
- 1
- Li min were rehmê ey Xwedê, li min were rehmê,
Çimkî min xwe avêt te;
Heta ku bela derbas bin,
Ezê xwe bavêjim bin siya bazkê te. - 2
- Ez bangî Xwedê, Yê Herî Berz dikim,
Ew Xwedê ku, her tiştî ji bo min dike. - 3
- Wê ji ezmanan bişîne û min azad ke,
Yên ku dixwazin min daqurtînin şermî ke,
Wê kerem û dilovaniya xwe bişîne. - 4
- Canê min di nav şêran de ye,
Di nav zilamên ku dişewitînin de ez radizêm,
Diranên wan wek rim û wek tîr in,
Zimanê wan şûrê tûj. - 5
- Ey Xwedê, li ser ezmanan bilind be,
Bila berziya te li ser tevahiya erdê be! - 6
- Tor avêtin gavên min,
Pelişî canê min;
Li pêş min çal vedan,
Ew bi xwe ketinê. - 7
- Dilê min bêleq e, ey Xwedê, dilê min bêleq e,
Ezê lavij û îlahiyan bêjim. - 8
- Hişyar be ey canê min, hişyar be,
Hişyar be ey ribab, ey çeng,
Ezê, seherê hişyar kim! - 9
- Di nav miletan de ez spasî bidim te, ey Xudan,
Di nav netewan de ji te re lavijan bêjim. - 10
- Çimkî kerema te heta ezmanan,
Rastiya te mezin e bi qasî asîmanan. - 11
- Ey Xwedê, bilind bibe li ser ezmanan,
Bila berziya te li ser tevahiya erdê be.