Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid, Maskîl. 
1
Xwezî bi wî ku serhildana wî hatiye bexişandin,
Gunehê wî hatiye nixamtin!
2
Xwezî bi wî ku Xwedê jê re guneh nenivîsandiye,
Di ruhê wî de hîle nîye!
3
Heta ku min sûcê xwe li xwe dananî,
Tevahiya rojê ji nalînê,
Hestiyên min heliyan.
4
Çimkî şev û roj,
Destê te li ser min giran bû.
Derman di çokê min de nema, wek ziwahiya havînê.
5
Min ji te re diyar kir gunehê xwe,
Min nenuxamt sûcê xwe.
Min ji Xudan re got, "Ezê serhildanên xwe bêjim."
Te bexişand sûc û gunehên min.
6
Loma bila her evdê te yê dilsoz
Gava ku hewcedar e bi dua ji te bixwazin.
Da ku negihîje wan rabûna avên mezin.
7
Tu yî stara min,
Tu min diparêzî ji tengahiyan,
Bi îlahiyên rizgariyê dipêçî dora min.
8
Ezê te perwerde bikim, riya ku diçîyê hînî te bikim,
Şîret li te bikim,
Çavê min li ser te ye.
9
Bêfêm nebin wek hesp û hêstiran;
Lixab û hevsar lazim e ji bo girtina wan,
Yan na, ew nêzik nabin mirovan.
10
Gellek e kedera xeraban,
Belê hezkirin dipêçe, dora yên ku xwe dispêrin Xudan.
11
Ey rastno, bi Xudan şa bin, dilşa bin;
Ey dilpakno,
Hemû bi şahî biqîrîn!