Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Mîktama Dawid. 
1
Min biparêze ya Xudan,
Çimkî ez xwe dispêrim te.
2
Min ji Xudan re got, "Tu yî efendiyê min,
Xên ji te kes nîne ku qenciyê bike bi min."
3
Heçî pîroz û esilzadeyên dinê ne,
Hemû şahiya min bi wan e.
4
Yên ku li pey îlahên din digerin, wê derdê wan zêde be.
Ezê goriyên wan ên xwînê nerêjim.
Navê wan bi devê xwe nebêjim.
5
Ya Xudan,
Tu nesîb û para kasa min î.
Pardarê jiyana min î.
6
Çi cihên berdar bûn para min,
Erê, çi xweşik e mîrasa min.
7
Pesnê te didim, Xudanê ji bo min şîretdar,
Bi şevan jî dilê min ji min re dibe hîndar.
8
Ez hergav Xudan datînim pêş xwe,
Ji ber ku li milê min ê rastê ye, min nedî lerz li xwe.
9
Ji ber vê hundirê min bi kêf, dilê min şa ye,
Bedena min di ewlehiyê de ye.
10
Çimkî tu min li diyarê miriyan terk nakî,
Ji rizîbûna pîrozê xwe re dil nakî.
11
Tu min haydar dikî ji riya jînê,
Têr şahî heye li pêşberî te,
Kêm nabe şahî li rastê te.