Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûr 150
- 1
- Pesnê Xudan bidin!
Li perestgeha wî ya pîroz pesnê Xwedê bidin!
Li ezmanên ku hêzdariya wî nîşan didin, pesnê wî bidin! - 2
- Ji bo karên wî yên hêzdar pesnê wî bidin!
Li gor mezinahiya wî ya bêdawî pesnê wî bidin! - 3
- Bi dengê boriyê pesnê wî bidin!
Bi çengê û bi lîrê pesnê wî bidin! - 4
- Bi tefê û bi reqsê pesnê wî bidin!
Bi saz û bi neyê pesnê wî bidin! - 5
- Bi dengê zengilan pesnê wî bidin!
Bi zengilên dengdar pesnê wî bidin! - 6
- Bila hemû yên bi nefes, pesnê Xudan bidin!
Pesnê Xudan bidin.