Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Hecê. 
1
Di tengahiyê de ez bang dikim Xudan;
Ew bersîva min dide.
2
Ya Xudan, tu xelas ke canê min ji lêvên derewkar,
Min azad ke ji zimanê hîlekar.
3
Ey zimanê hîlekar,
Wê çi bi te bê dayin,
Wê çi li te bê zêdekirin?
4
Tîrên tûj ên mêrxas,
Terrafa agirê gezikê!
5
Wey li min, ez li Meşekê xerîb mam,
Di nav konên Kedarê de rûniştim.
6
Ji zû ve ye ku ez,
Bi yên ku ji aştiyê nefret dikin re rûdinêm.
7
Ez alîgirê aştiyê me,
Belê gava ku dest bi gotinê dikim,
Ew radibin şer!