Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 1 
1
Xwezî bi wî mirovê ku bi şîreta xeraban rêve naçe,
Bi pey gunehkaran nakeve,
Li komela tinazkaran rûnanê.
2
Ew tenê zewqa xwe ji şerîeta Xudan distîne,
Û bi şev û bi roj kûr li ser wê difikire.
3
Yên weha wek wê darê ne, ku li lêva avê hatiye danîn,
Meywa xwe di demê de dide,
Pelê wê naçilmise.
Her karê ku dike qenc dike.
4
Xerab ne weha ne,
Wek hûrikê kayê ne ku ba lê dixe û dibe.
5
Loma di dadbarkirinê de rast dernakevin,
Û gunehkar li civata qencan ranawestin.
6
Çimkî Xudan riya qencan dizane,
Belê riya xeraban neman e.