Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Silav
- 1
- Ji Pawlos*, Sîlas* û Tîmotêyos*,
ji civîna* bawermendan a Selanîkiyan re, ku bi Bavê me Xwedê û bi Xudan Îsa Mesîh e: - 2
- Ji Bav Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
- Vegerîna Îsa û Dîwana Dawî
- 3
- Ya birano, em deyndar in, ku hergav ji bo we ji Xwedê re şikir bikin. Û ev yek li cih e jî, çimkî baweriya* we gelek mezin dibe û hezkirina her yekî ji we ji bo hevdû zêde dibe.
- 4
- Wusa ku em bi xwe jî di nav civînên Xwedê yên bawermendan de, ji bo semax* û baweriya we ya li hember wan hemû cefa û tengahiyên ku hûn dikişînin, pesnê xwe bi we didin.
- 5
- Ev yek nîşana dîwankirina* Xwedê ya dadperwer* e. Wusa ku hûn hêjayî Padîşahiya* Xwedê bin, ku hûn di ber de tengahiyê dikişînin.
- 6
- Çimkî, ev di çavê Xwedê de rast e ku tengahiyê bide wan ên ku tengahiyê didin we
- 7
- û we bi me re rihet bike, hûn ên ku tengahiyê dikişînin. Ev wê weha be: Gava Xudan Îsa bi milyaketên xwe yên bihêz ve di pêta êgir de ji ezmên xuya bibe,
- 8
- hingê ewê heyfê ji wan ên ku Xwedê nas nakin û ji wan ên ku bi ya Mizgîniya Xudanê me Îsa nakin, bistîne.
- 9
- Ew mirov wê ji ba Xudan û ji rûmeta qeweta wî bên avêtin û cezayê helakbûna herheyî bikişînin.
- 10
- Wê Rojê gava ew bê, ewê di nav pîrozên* xwe de bê birûmetkirin û ji aliyê hemû bawermendan ve bi heyranî bê dîtin. Hûn jî, hûnê di nav wan de bin, çimkî we baweriya xwe bi şahidiya me anî.
- 11
- Ji bo vê yekê em hergav ji bo we dua dikin, ku Xwedayê me we bike hêjayî vê gazîkirinê û bi hêza xwe her daxwaza we ya qenc û kirinên we yên ji baweriyê pêk bîne.
- 12
- Wusa ku li gor kerema Xwedayê me û Xudan Îsa Mesîh, navê Xudanê me Îsa Mesîh bi we bê birûmetkirin û hûn bi wî bên birûmetkirin.