Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Soza Hatina Xudan
- 1
- Hezkirîno, niha ev nameya min a diduyan e ku ez ji we re dinivîsim. Di herduyan de jî ez fikrên we yên paqij hişyar dikim, tînim bîra we.
- 2
- Ez dixwazim ku hûn gotinên ku ji berê ve ji aliyê pêxemberên pîroz ve hatine gotin û emrên ku Xudan û Xilaskar bi destê Şandiyên we dane, bînin bîra xwe.
- 3
- Berî her tiştî vê bizanin ku di rojên dawîn de tinazkar wê derkevin, li gor xwestekên xwe rêve herin, tinazan bikin[a]
- 4
- û bêjin: «Ka soza hatina wî li ku derê ma? Ji mirina bav û kalan ve, her tişt wekî destpêka afirandinê berdewam dike!»
- 5
- Lê ew bi vîna xwe vê yekê ji bîr dikin ku bi peyva Xwedê, ji berê ve ezman hebûn û erd jî bi avê, ji nav avê peyda bû.[b]
- 6
- Û bi avê, dinya berê bi tofanê helak bû.[c]
- 7
- Lê erd û ezmanên niha jî bi eynî peyvê ji bo êgir tên hilanîn; ew ji bo roja dîwankirin û helakkirina nepakan tên hiştin.
- 8
- Lê hezkirîno, vî tiştî ji bîr nekin ku li ba Xudan rojek wek hezar salî ye û hezar sal jî wek rojekê ye.[d]
- 9
- Wek ku hinek guman dikin, Xudan di soza xwe de bi derengî nakeve, lê belê bîhna xwe li we fireh dike û naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin.
- 10
- Lê Roja Xudan wê wek dizan bê. Di wê rojê de ezman wê bi guregureke mezin winda bibin, hêman wê bişewitin, erd û her tiştê ku tê de ye wê ji hev bikeve, tune bibe.[e]
- 11
- Îcar, eger ev hemû tişt wê bi vî awayî ji hev belav bibin, divê ku hûn mirovên çawa bin? Divê ku hûn di jiyana pîroz û xwedayî* de bijîn.
- 12
- Li hêviya Roja Xwedê bin û hatina wê bi lez bixin. Wê rojê ezman wê bişewitin û belav bibin û hêman wê bi kelegermî bihelin.
- 13
- Lê li gor soza wî, em li hêviya erdekî nû û ezmanên nû ne ku rastî wê di wan de bimîne.
- 14
- Ji ber vê yekê hezkirîno, madem ku hûn li hêviya van tiştan in, xîretkêşiyê bikin ku hûn li ber wî bêleke, bêkêmahî û di aştiyê de bin.
- 15
- Îcar bîhnfirehiya Xudanê me xilasî hesab bikin, çawa ku birayê me yê hezkirî Pawlos* jî, li gor şehrezayiya ku ji wî re hatiye dayîn, ji we re nivîsiye.
- 16
- Ew di hemû nameyên xwe de li ser van tiştan dibêje. Di wan de hin tişt hene ku fêmkirina wan zehmet e. Yên nezan û dilê wan xilupilo*, wek ku di nivîsarên pîroz ên din de dikin, van jî çewt şîrove dikin û bi kirina vê yekê helakbûna xwe tînin.
- 17
- Loma hezkirîno, wek ku hûn ji pêşî ve van tiştan dizanin, hay ji xwe hebin, da ku hûn bi xapandina yên neheq neyên xirandin û ji nelebtebûna xwe nekevin.
- 18
- Lê di kerem û naskirina Xudan û Xilaskarê me Îsa Mesîh de bigihîjin. Rûmet niha û her û her ji wî re be. Amîn*.
- a. 3:3 Cihûda 1:18
- b. 3:5 Destpêkirin 1:6-9
- c. 3:6 Destpêkirin 7:11
- d. 3:8 Zebûr 90:4
- e. 3:10 Metta 24:43; Selanîkî I, 5:2