Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- 1
- Em ên ku hevparên Xwedê yên xebatê ne, em ji we lava dikin ku hûn kerema wî badîhewa qebûl nekin.
- 2
- Çimkî Xwedê dibêje:
«Min di dema minasib de tu bihîstî,
Û di roja xilasiyê de min alîkariya te kir.»[a]
Va ye, dema meqbûl niha ye; va ye, roja xilasiyê niha ye. - 3
- Em di tu tiştî de ji tu kesî re nebûn sedemê terpilînê*, da ku lome ji xizmeta me neyê kirin.
- 4
- Lê belê bi xizmetkarîtiya Xwedê em di her tiştî de xwe pêşkêşî qîmanîna we dikin. Di ragirtina* giran de, di tengahî, zehmetî û belayan de,
- 5
- di lêdan, zîndan, hengame, ked, bêxewî û di birçîbûnê de,[b]
- 6
- di dilpakî, zanîn, bîhnfirehî, qencî, Ruhê Pîroz û hezkirina bêdurûtî de,
- 7
- di peyivîna rastiyê de, di hêza Xwedê de; di destê rastê û çepê de şûr û mertalê rastdariyê;
- 8
- di serbilindî û şermezariyê de, di navdariya xerab û di ya qenc de; em wek xapînokan tên hesibandin, lê em rast in.
- 9
- Wek ên ku nayên naskirin, lê yên bi nav û deng; wek ên ku dimirin, lê va ye, em dijîn; wek ên cezakirî, lê nehatine kuştin.
- 10
- Em xemgîn in, lê em hergav şa ne. Em belengaz in, lê em gelekan dewlemend dikin. Wek ên ku tu tiştê wan tune, lê em xwediyê her tiştî ne.
- 11
- Gelî Korîntiyan! Em eşkere bi we re peyivîn, dilê me ji we re fireh e.
- 12
- Dilê me ji bo we teng nebûye, lê dilê we bi xwe teng bûye.
- 13
- Wek ku ez ji zarokên xwe re dibêjim, ez dipeyivim; hûn jî weha dilê xwe ji me re fireh bikin.
- Perestgeha Xwedayê Jîndar
- 14
- Bi yên bêbawer re nekevin bin eynî nîrî. Ma çi hevkariya rastdariyê bi neheqiyê re heye? An çi danûstandina tariyê bi ronahiyê re heye?
- 15
- Ma di navbera Mesîh û Beliyal* de çi hevparî heye? An çi para yê bawermend bi yê ku baweriyê nayne re heye?[c]
- 16
- Ma di navbera Perestgeha* Xwedê û pûtan de çi lihevkirin heye? Çimkî em Perestgeha Xwedayê jîndar in. Wek ku Xwedê gotiye:
«Ezê di nav wan de rûnim
Û di nav wan de bigerim;
Ezê bibim Xwedayê wan
Û ew jî wê bibin gelê min.»[d] - 17
- Xudan dibêje:
«Loma ji nav wan derkevin û veqetin,
Dest nedin tiştê murdar*.
Hingê ezê we qebûl bikim.»[e] - 18
- Xudanê karîndarê* her tiştî dibêje:
«Ezê ji we re bibim Bav*,
Û hûnê ji min re bibin kur û keç.»[f]
- a. 6:2 Ji: Îşaya 49:8
- b. 6:5 Karên Şandiyan 16:22-23; 17:1-10
- c. 6:15: Beliyal: Navekî Îblîs e; mana vî navî bi Îbranî «xerabî» an jî «pûçîtî» ye.
- d. 6:16 Ji: Qanûna Kahîntiyê 26:12; Yêremya 32:38; Hezekiyêl 37:27
- e. 6:17 Ji: Îşaya 52:11; Hezekiyêl 20:34, 41
- f. 6:18 Ji: Samûêl II, 7:8, 14