Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Parastina Pawlos 
1
Ez Pawlos bi xwe, yê ku çaxê di nav we de ye bê zirav, lê çaxê ku ji we dûr e li hember we bi zirav tê dîtin, ez bi nermî û keremdariya Mesîh hêvî ji we dikim.
2
Ez lava dikim: Gava ku ez bêm, nebe ku ez mecbûr bimînim bi piştrastî biwêrim li hember hinekên ku difikirin, em li gor nefsê rêve diçin, rabim.
3
Erê, em di bedenê de dijîn, lê em li gor hêza bedenê şer nakin.
4
Çimkî çekên şerê me ne dinyayî ne, lê belê ji bo hilweşandina kelehan ew hêza xwedayî* ne. Em raman
5
û her tiştê bilind ê ku li hember zanîna Xwedê radibe, hildiweşînin û her fikrê dikin hêsîr* ku serî li ber Mesîh deyne.
6
Îcar gava ku guhdana we temam bibe, em amade ne ku her neguhdariyê ceza bikin.
7
Li tiştê li ber çavê xwe binêrin. Eger yek li xwe ewle ye ku ew yê Mesîh e, bila ew di dilê xwe de li ser vê yekê jî bifikire, ku ew bi xwe çawa yê Mesîh e, em jî wusa ne.
8
Çimkî eger ez piçekê zêde bi wê desthilatiya ku Xudan daye me pesnê xwe bidim jî, ez şermî nabim. Wî ew ne ji bo hilweşandina we, lê ji bo avakirina we daye me.
9
Ez naxwazim wek yekî ku we bi nameyên xwe ditirsîne bêm dîtin.
10
Çimkî hin dibêjin: «Nameyên wî giran û hêzdar in, lê dîtina şexsê wî qels û peyivîna wî ne tiştek e.»
11
Mirovekî weha bila bizane, ku em ji dûr ve bi nameyan di peyvê de çawa bin, emê di nav we de di kirinê de jî wusa bin.
12
Ji xwe em newêrin ku xwe bi hinekên ku xwe tewsiye dikin re yek bigirin an jî rû bi rû bikin; lê ew ên ku xwe bi hev re dipîvin û xwe bi hev re rû bi rû dikin, bêfêm in.
13
Heçî em in, em di ser pîvanê re pesnê xwe nadin, lê belê li gor pîvana sînorê ku Xwedê daye me, ku digihîje heta ba we, em pesnê xwe didin.
14
Çaxê em gihîştin we, em di ser pîvana vî sînorî re derbas nebûn, çimkî em ên pêşî bûn ku bi Mizgîniya Mesîh heta ba we jî hatin.
15
Em ji pîvanê der, yanî bi keda hinekên din pesnê xwe nadin. Lê hêviya me ew e ku, bi mezinbûna baweriya we, meydana me ya xebatê di nav we de hê firehtir bibe,
16
da ku em Mizgîniyê ji we hê wêvetir bidin. Wusa ku em pesnê xwe bi karê ku ji xwe di sînorê hinekên din de hatiye kirin, nedin.
17
«Yê ku pesnê xwe dide, bila bi Xudan pesnê xwe bide.»[a]
18
Çimkî ne yê ku xwe tewsiye dike, lê belê yê ku Xudan wî tewsiye dike, tê erêkirin.
  1. a. 10:17 Ji: Yêremya 9:24