Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Silavkirin
- 1
- Ji Pawlos*, Sîlas* û Tîmotêyos*,
ji civîna* bawermendan a Selanîkiyan re, ku bi Bav Xwedê û bi Xudan Îsa Mesîh e:
Kerem û aştî li ser we be. - Baweriya Qenc a Selanîkiyan
- 2
- Em hergav ji bo we hemûyan ji Xwedê re şikir dikin û di nav duayên xwe de bê rawestin we tînin bîra xwe.
- 3
- Em li ber Bavê xwe Xwedê kirinên we yên ji baweriya* we, keda we ya ji hezkirinê û ragirtina we ya ji hêviya ku bi Xudanê me Îsa Mesîh e, tînin bîra xwe.
- 4
- Ya birayên ku hezkiriyên Xwedê ne, em dizanin ku wî hûn bijartin,
- 5
- çimkî Mizgîniya me ne tenê bi peyvê*, lê belê bi hêzê, bi Ruhê* Pîroz û bi piştrastiyeke mezin gihîşt we. Hûn dizanin ku em ji bo we, di nav we de mirovên çawa bûn.
- 6
- Û hûn bûn mirovên ku mîna me û mîna Xudan dikin; we di nav gelek tengahiyan de bi şahiya Ruhê Pîroz peyv qebûl kir.[a]
- 7
- Bi vî awayî hûn ji bo hemû bawermendên Mekedonya û Axayayê* bûn mînak.
- 8
- Çimkî peyva Xudan ji nav we derket û ne bi tenê di nav Mekedonya û Axayayê de belav bû, lê belê baweriya we ya bi Xwedê gihîşt her cihî, wusa ku êdî ne hewce ye ku em tiştekî ser ve zêde bikin.
- 9
- Çimkî ew li ser me dibêjin, ka we çawa em qebûl kirine û çawa hûn ji pûtan li Xwedê vegeriyane, ku hûn xulamtiyê ji Xwedayê jîndar û rast re bikin
- 10
- û li hêviya hatina Kurê wî ya ji ezmanan bin. Ev, ew Îsa ye, ku Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye û ew e yê ku me ji xezeba ku tê xilas dike.
- a. 1:6 Karên Şandiyan 17:5-9