Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Pirsa Goştê Goriyan
- 1
- Niha em bên ser goriyên* ku ji pûtan re tên pêşkêşkirin: Em dizanin ku zanîna me hemûyan heye. Zanîn qure dike, lê hezkirin, ava dike.
- 2
- Eger yek guman dike ku tiştekî dizane, hê ew tiştekî nizane, ka çawa divê ku ew bizane.
- 3
- Lê eger yek ji Xwedê hez dike, ew ji aliyê Xwedê ve tê nas kirin.
- 4
- Îcar, li ser xwarina goriyên ku ji pûtan re tên pêşkêşkirin, em dizanin ku pût li dinyayê ne tiştek e û ji yekî pê ve Xwedê tune.
- 5
- Eger li ser erdê an li ezmên yên ku ji wan re xwedê tê gotin hebin jî – çawa ku gelek xwedê û gelek xudan hene –
- 6
- ji bo me tenê Xwedayek heye, ew jî Bav e. Her tişt ji wî ye û em ji bo wî hene. Û tenê Xudanek heye, ew jî Îsa Mesîh e. Her tişt bi destê wî hat afirandin û em bi wî hene.
- 7
- Lê belê her kes ne xwediyê vê zanînê ye. Hinek jî, ji ber hînbûna pûtan a heta niha, li ser goştê ku ji pûtan re hatiye gorîkirin, hê jî dibêjin: «Ev goşt ji pûtan re ye» û dixwin. Wusa ji ber ku wijdana wan qels e, qirêjî dibe.
- 8
- Xwarin me nêzîkî Xwedê nake. Em nexwin kêmahiya me çênabe, em bixwin jî zêdehiya me çênabe.
- 9
- Lê hay jê hebin, bila ev azadiya we ji bo yên qels bi tu awayî nebe sedemê terpilînê*.
- 10
- Çimkî, eger yek te, tu yê ku zana yî li perestgeha pûtan li ser sifrê bibîne û ew bi xwe jî qels be, ma wijdana wî cesaretê nastîne ku goriyên ku ji pûtan re tên pêşkêşkirin bixwe?
- 11
- Îcar mirovê qels, ew birayê ku Mesîh di ber de miriye, bi zanîna te helak dibe.
- 12
- Û bi vî awayî bi gunehkirina li hember birayan û birîndarkirina wijdana wan a qels, hûn li hember Mesîh guneh dikin.
- 13
- Ji bo vê yekê eger xwarin bibe sedemê terpilîna birayê min, ji bo ku ez birayê xwe neterpilînim, ez qet goşt naxwim.