Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Padîşahiya Hezar Salî 
1
Û min milyaketek dît ku ji ezmên dihat xwarê; di destê wî de mifta kortala* bêbinî û zincîreke mezin hebû.
2
Wî ejder, marê kevin ê ku Îblîs, yanî Şeytan e, girt û ew hezar salî girêda.[a]
3
Wî ew avêt kortala bêbinî, ser wî girt û mor kir, da ku heta hezar sal temam bibin êdî miletan nexapîne. Piştî vê yekê divê ku ew demeke kurt bê berdan.
4
Min text dîtin û ew li ser wan rûniştin, desthilatî ji wan re hat dayîn, ku ew dîwanê bikin. Îcar min canê wan ên ku ji ber şahidiya Îsa û ji ber peyva Xwedê serê wan hatiye birrîn dîtin. Ew ji cenawir re û ji sûretê wî re neçûne ser çokan û li ser eniya xwe û li ser destê xwe deq nestandine. Ew vejiyan* û wan bi Mesîh re hezar salî padîşahî kir.
5
Ew miriyên ku bi şûn de man, heta hezar sal temam bûn venejîn*. Vejîna pêşî ev e.
6
Yê ku para wî di vejîna pêşî de heye pîroz e û xwezî bi wî; hukumdariya mirina diduyan li ser wan tune. Lê belê wê bibin kahînên* Xwedê û yên Mesîh û wê bi wî re hezar salî padîşahiyê bikin.
Îblîs Tê Dîwankirin 
7
Çaxê hezar sal temam bibin, Îblîs wê ji zîndanê bê berdan.
8
Ewê derkeve, da ku wan miletên ku li ser her çar riknên erdê ne – Gog û Magog – bixapîne û ji bo cengê wan li cihekî bicivîne. Hejmara wan wek seylaka* ber deryayê ye.[b]
9
Ew derketin ser pehnahiya erdê û hawirdora wargehê pîrozan û bajarê hezkirî girtin. Lê ji ezmên agir hat xwarê û ew xwarin.
10
Îcar ew Îblîsê ku ew ji rê derxistine, hat avêtin nav gola êgir û kewkurtê, cihê ku cenawir û pêxemberê derewîn tê de ne. Bi şev û roj, her û her ezab wê li wan bê kirin.
Dîwana Dawî 
11
Hingê min textekî mezin ê spî û yê li ser wî rûniştibû dît. Erd û ezmên ji ber wî bazdan û cihek ji bo wan peyda nebû.
12
Û min yên mirî, yên biçûk û mezin, li ber text sekinî dîtin. Kitêb vebûn û kitêbeke din a ku Kitêba Jiyanê ye vebû. Mirî, li gor kirinên xwe yên ku di kitêban de nivîsî bûn, hatin dîwankirin.[c]
13
Û deryayê ew miriyên ku di wê de bûn dan; mirinê û diyarê* miriyan jî ew miriyên ku di wan de bûn, dan. Û her yek li gor kirinên xwe hat dîwankirin.[d]
14
Hingê mirin û diyarê miriyan hatin avêtin nav gola êgir. Ev gola êgir mirina diduyan e.
15
Û navê kê di Kitêba Jiyanê de nivîsî nehatibe dîtin, hat avêtin nav gola êgir.
  1. a. 20:2 Destpêkirin 3
  2. b. 20:8 Hezekiyêl 38
  3. c. 20:12 Daniyêl 7:10
  4. d. 20:13 Zebûr 62:12