Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Şabûna li Ezmên 
1
Piştî van tiştan, min li ezmên dengekî bilind bihîst, wek dengê elaleteke* mezin bû û digot:
«Helêlûya*!
Xilasî, rûmet û hêz, yên Xwedayê me ne!
2
Çimkî dîwankirina wî rast û dadperwer* e.
Wî dîwana fahîşeya mezin kir,
Ya ku rûyê erdê bi fuhûşiya xwe xera kiriye
Û wî heyfa xwîna pîrozên xwe jê stand.»[a]
3
Û cara diduyan gotin:
«Helêlûya*!
Dûmana bajêr her û her bilind dibe.»[b]
4
Bîst û çar rihspî û çar afirîdên jîndar deverû çûn ser çokan û perizîn Xwedayê ku li ser text rûniştiye û gotin:
«Amîn, Helêlûya.»
5
Hingê dengek ji text hat û got:
«Ey hemû xulamên wî yên ku ji wî ditirsin,
Biçûk û mezin pesnê Xwedayê me bidin.»[c]
6
Piştre min dengek wek dengê elaleteke mezin, dengê gelek avê û dengê xurexura ewrên hêzdar bihîst ku digot:
«Helêlûya!
Çimkî Xudan Xwedayê me,
Karîndarê her tiştî, hukumdariyê dike.[d]
7
Em şa û dilgeş bibin
Û em rûmetê bidin wî.
Çimkî daweta Berx hat
Û bûka ku ji bo wî ye, xwe amade kir.
8
Û jê re hat dayîn, ku ew
Kitanê hêja yê ku dibiriqe û paqij e, wergire.»
Mana kitanê hêja, kirinên pîrozan ên dadperwer in.[e]
9
Hingê milyaket ji min re got: «Binivîse: ‹Xwezî bi wan ên ku ji bo ziyafeta daweta Berx hatine vexwendin!›» Û ji min re got: «Evên ha peyvên Xwedê yên rast in.»[f]
10
Û ez li ber lingên wî deverû çûm ser çokan, ku ez biperizim wî. Lê wî ji min re got: «Nebe ku tu vê yekê bikî! Ez xizmet-hevalê te û xizmet-hevalê birayên te me, yên ku şahidiya Îsa bi wan re ye. Biperize Xwedê, çimkî şahidiya Îsa ruhê pêxemberîtiyê ye.»
Mesîh Cenawir û Ordiyên Wî Bindest Dike 
11
Hingê min ezman vebûyî dît. Va ye, hespekî boz. Ji siwarê wî re yê Dilsoz û Rast tê gotin; ew di şer û dîwankirinê de dadperwer e.
12
Çavên wî wek pêta êgir in û li ser serê wî gelek tac hene. Navekî wî yê nivîsî heye ku ji wî pê ve tu kes nizane.
13
Û cilek li xwe kiriye ku li xwînê hatiye xistin û navê wî ‹Peyva* Xwedê› ye.[g]
14
Ordiyên li ezmên ên ku bi kitanê hêja yê spî û paqij hatibûn wergirtin, li ser hespên boz li pey wî dihatin.
15
Şûrekî tûj ji devê wî derdikeve, da ku li miletan bixe û ew bi xwe wê bi gopalê hesin serweriyê li wan bike. Ew bi xwe wê mahsera şeraba xezeba Xwedayê karîndarê her tiştî ya dijwar biguvêşe.
16
Li ser cilê wî û li ser kemaxa wî navekî nivîsî heye: PADÎŞAHÊ PADÎŞAHAN Û XUDANÊ XUDANAN.
17
Û min milyaketek dît ku li ser rojê disekinî û bi dengekî bilind gazî kir û ji hemû teyrên ku di nava ezmên de difirîn re got: «Werin ziyafeta Xwedê ya mezin, li cihekî bicivin,
18
da ku hûn goştê padîşahan, goştê serdaran, goştê mêrxasan, goştê hespan û siwarên wan, goştê hemû azad û xulaman, biçûk û mezinan bixwin.»[h]
19
Hingê min cenawir û padîşahên dinyayê û ordiyên wan li cihekî civiyayî dîtin, da ku cengê bi siwarê hêsp û bi ordiya wî re bikin.
20
Û cenawir û pêxemberê derewîn bi wî re, bi hêsîrtî* hatin girtin. Pêxemberê derewîn ew bû ku li ber cenawir nîşanên mezin dikirin û bi wan nîşanan ew ên ku deqa cenawir distandin û ji sûretê wî re diçûn ser çokan, dixapandin. Ev herduyên ha sax hatin avêtin nav gola êgir a ku bi kewkurtê dişewite.
21
Yên bi şûn de mayî, bi wî şûrê ku ji devê siwarê hêsp derdiket, hatin kuştin û hemû teyran ji goştê wan têr xwar.
  1. a. 19:2 Binêre: Zebûr 19:9; 119:37; Dubarekirina Şerîetê 32:43; Zebûr 79:10
  2. b. 19:3 Binêre: Îşaya 34:10
  3. c. 19:5 Binêre: Zebûr 22:23; 134:1; 115:13
  4. d. 19:6 Binêre: Derketin 15:18; Zebûr 22:28; Daniyêl 7:14
  5. e. 19:8 Binêre: Îşaya 61:10
  6. f. 19:9 Metta 22:2-14
  7. g. 19:13 Yûhenna 1:1
  8. h. 19:17-18 Hezekiyêl 39:17-20