Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Hilweşîna Babîlê 
1
Piştî van tiştan min milyaketekî din dît ku ji ezmên dihat xwarê. Desthilatiya wî ya mezin hebû û ji rûmeta wî rûyê erdê bû ronahî.
2
Wî bi dengekî xurt gazî kir û got:
«Hilweşiya! Babîla mezin hilweşiya!
Bû cih û warê cinan
Û nivana hemû ruhên nepak,
Bû nivana hemû teyr û heywanên nepak û murdar.[a]
3
Çimkî ji şeraba fuhûşiya wê ya har
Hemû miletan vexwar
Û padîşahên dinyayê bi wê re fuhûşî kirin;
Û bazirganên dinyayê ji zêdehiya kêfa wê dewlemend bûn.»[b]
4
Hingê min ji ezmên dengekî din bihîst ku digot:
«Ya gelê min, ji wê derkevin,
Da ku hûn nebin hevparên gunehên wê
Û ji belayên wê
Parê nestînin.[c]
5
Çimkî gunehên wê gihîştin heta bi ezmên
Û Xwedê neheqiyên wê anîn bîra xwe.[d]
6
Wê bi xwe çawa dabe, hûn jî wusa bidin wê
Û li gor kirinên wê du qat bidin wê;
Û ew kasa ku wê daye vexwarin, hûn du qat bi wê bidin vexwarin.[e]
7
Çiqas rûmet dabe xwe û kêf û şahî kiribe,
Ewqas cefa û xemgîniyê bidin wê.
Çimkî di dilê xwe de dibêje:
‹Ez bi şahbanûyî* rûdinim,
Ez ne jinebî me
Û ez tu caran şînê nagirim.›
8
Ji bo vê yekê belayên wê
– Mirin, şîn û xela – wê di rojekê de bên
Û ewê bi êgir bê şewitandin.
Çimkî Xudan Xwedayê ku dîwana wê dike, hêzdar e.»[f]
9
Û padîşahên dinyayê yên ku pê re fuhûşî û kêf kirine, çaxê dûmana şewitandina wê bibînin, wê li ser wê bigirîn û li xwe bidin.
10
Ji tirsa cefayê ku ew dikişîne, wê li dûr bisekinin û bêjin:
«Wax, wax, bajarê mezin,
Bajarê hêzdar, Babîl!
Çimkî dîwanbûna te wusa di saetekê de hat.»[g]
11
Bazirganên dinyayê wê li ser wê bigirîn û şînê bigirin. Çimkî malên wan,
12
zêr û zîv, kevirên hêja, lal û dur, kitanê hêja, qumaşên binefşî, hevrîşim, qumaşên sor, her cûreyê darê bîhnxweş û her tiştên ji diranên fîlan, tiştên ji darê herî hêja, ji tûnc, ji hesin û ji mermer;
13
darçîn, biharat, bixûr*, rûnê bîhnxweş, cewîşêrîn*, şerab, dohnê zeytê, arê xas, genim, dewar, mî, hesp, erebe, kole û mirovan êdî tu kes nakirre.
14
Ew dibêjin:
«Ew fêkiyên ku dilê te diçû wan
Ji destê te derketin,
Tiştên şewqdar û dilkêş
Ji te re neman
Û êdî tu kes tu caran wan nabîne.»
15
Bazirganên van tiştan, yên ku ji Babîlê dewlemend bûne, wê ji tirsa cefayê wê li dûr bisekinin û bi şîn û girîn bêjin:
16
«Wax, wax, bajarê mezin!
Ku bi kitanê hêja, qumaşê binefşî û sor hatiye pêçan
Û bi zêr, kevirê hêja û bi duran hatiye xemilandin![h]
17
Evqas dewlemendî di saetekê de wêran bû!»
Û her qaptanê gemiyê û her rêwiyê ku bi gemiyê diçe cihekî, gemîvan û hemû yên ku bi kar û xebatên deryayê abora xwe dikin, li dûr disekinîn
18
û gava dûmana şewitandina wî didîtin, bi qîrîn digotin: «Ma bajarekî din ê wek vî bajarê mezin heye?»
19
Wan xwelî li serê xwe kir, bi şîn û girîn kirin qîrîn û gotin:
«Wax, wax, bajarê mezin!
Yên ku di deryayê de gemiyên wan hene
Hemû bi malên wî yên hêja dewlemend bûn.
Lê wusa di saetekê de bajar wêran bû.[i]
20
Ey ezmanno û hûn pîrozno!
Şandîno û pêxemberno! Li ser wî şa bibin!
Çimkî Xwedê dîwana wî kir, heqê we ji wî stand.»
21
Hingê milyaketekî hêzdar kevirek wek beraşekî mezin hilda, avêt deryayê û got:
«Bajarê mezin Babîl weha bi ketineke mezin wê bê avêtin
Û êdî tu caran xuya nabe.[j]
22
Êdî dengê çengvan, muzîkvan,
Bilûrvan û borîzanan
Tu caran di nav te de nayê bihîstin.
Êdî pîşekarên tu pîşeyî
Tu caran di nav te de peyda nabin.
Û êdî dengê beraşan
Tu caran di nav te de nayê bihîstin.[k]
23
Êdî ronahiya qendîlan
Tu caran di nav te de ronahî nade
Û êdî dengê bûk û zava
Tu caran di nav te de nayê bihîstin.
Bazirganên te giregirên dinyayê bûn
Û hemû milet bi sêrbaziya te ji rê derketin.[l]
24
Xwîna pêxember, pîroz û hemûyên ku
Li ser rûyê erdê hatine şerjêkirin ket stûyê wî bajarî.»
  1. a. 18:2 Binêre: Îşaya 21:9; 13:21; Yêremya 50:39
  2. b. 18:3 Binêre: Îşaya 23:17; Yêremya 51:7
  3. c. 18:4 Binêre: Îşaya 52:11; Yêremya 50:8; 51:6
  4. d. 18:5 Binêre: Destpêkirin 18:20-21; Yêremya 51:9
  5. e. 18:6 Binêre: Zebûr 137:8; Yêremya 50:15
  6. f. 18:7-8 Binêre: Îşaya 47:7-9
  7. g. 18:10 Binêre: Hezekiyêl 26:17
  8. h. 18:16 Binêre: Hezekiyêl 28:13
  9. i. 18:17-19 Binêre: Hezekiyêl 27:27-34
  10. j. 18:21 Binêre: Yêremya 51:63-64; Hezekiyêl 26:21
  11. k. 18:22 Binêre: Îşaya 24:8; Hezekiyêl 26:13
  12. l. 18:23 Binêre: Yêremya 25:10